Di konê ku li çoltera bajaroka Atme ya girêdayê Îdlîb a Suriyeyê hatiye avakirin de agir derket û di agir de 6 jê zarok 9 kes birîndar bû û anîn Nexweşxaneya Reyhanli a Hatayê. 4 zarokên rewşa wan giran bû nehatin rizgarkirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin duh êvaê li navçeya Reyhanli ya gundê Bukulmez li bajaroka Îdlîb Atme di konekî de agir derket. Li gorî îdiayê kesên ji şerê navxweyî reviyane çûna daristanê li wir konê ji naylonê ava kirine û di duh êvarê di kon de ji tupa biçûk agir derketiye. Di demeke kin de agir li kon hemûyî belav bû û malbat bi zehmetiyeke mezin hat derxistin. Malbata birîndar ewil ji aliyê xizmên wan ve birin gundê Bukulmez û ji wir jî birin Nexweşxaneya Reyhanli. 4 zarok ku yek 12 yek 13 û yên din jî biçûktir bûn ligel hemû mudaxaleyan nehatin rizgaririn.