Adir: Tevlîbûna wekhev êdî bûye çandeke jiyanê

Adir: Li her qada jiyanê, di asta wekhev de divê jin xwedî mafê biryardanê û temsîliyetê bin.

Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Fatma Adir ji bo serketina HDP'ê ya di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de bal kişand ser rola jinan. Adir ji ANF'ê re axivî:

"HDP’ê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de cih daye 226 jinan. Dema ku mirov li gorî hesabê kotaya zayendê binirxîne, dibe 38 ji sedî. Bi têkoşîna çalak a jinan re tê zanîn ku asteke bi îddîa û ewqasî jî bi bibiryar hatiye bidestxistin. Jin di hevserokatiya partiyan de, di hevşaredariyan de û di hemû mekanîzmayên rêveberiyê de mafê wan ê temsîliyeta wekhev heye. Dema ku mirov li ser vê temsîliyeta rêveberiyê bisekine, rêjeya  % 38 di biniya armancê de ye. Dema ku mirov li sedemên vî tiştî dinihêre; sedema yekemîn ev e ku ji hilbijartina zordest re baş amadehî nehatiye kirin. Ya duyemîn jî tifaqên hatine kirin û temsîliyetan takekesan bêtir li ser namzetên mêr hatiye kirin. Dema ku mirov bala xwe bide van herdu xalan, sedema rêjeyê jî zelal dibe.

Kevneşopiya siyasetê ya ku HDP xwe dispêrê wê, li ser esasê beşdariya azad û demokratîk a jin û mêran e. Di nava vî tiştî de beşdariya çawaniyê ya zayendan tune. Têkoşîna jinan a di du qirnên dawîn de û hebûna tevgera azadiyê ya jinan êdî diyarkera vî tiştî ye. Ev rewş êdî ji çawaniyê ber bi çendaniyê ve jî diçe. Tevlêbûna wekhev, bûye çandeke jiyanekê. Di vir de ev tişt derdikeve holê ku, divê jin di her warê jiyanê de xwedî biryar û mafê temsîliyetê be. Jin ne bi tenê ew tişt in ku di qada siyasetê de tenê dengê wan were stendin. Ango rewşa pradîgmatîst û serdemî ji zû ve hatiye borandin. Di encama polîtîkayên zayendî de jin ketine vê rewşê ku di warê ekonomîk de ji neçarî destê xwe li ber zilaman û dewletê vedikin û wekî ku sûd ji vî tiştî were stendin dixwazin wisa bidin nîşandan ku di siyasetê de ji jinan re qad hatiye vekirin.

Dema ku mirov van tespîtan li ber çavan bigire, awayê bicihbûna jinan a di hilbijartina 24’ê Hezîranê de, girîngtir dibe. Ji xeynî meseleya ku di lîsteyên giştî de cih dane jinan, tişta girîng ev e ku gelo jin ji rêz û cihê ku dikarin werin hilbijartin, hatine bicihkirin an na. HDP’ê li 19-20 bajaran  jin di serê lîsteyê de bi cih kirine. Min bi baldarî li lîsteyê nihêrî ya ku li ser înternetê hatiye weşandin, gelo jin li van cihên ku di serê lîsteyê de ne dikarin werin hilbijartin an na? Li Tirkiyeyê li Îzmîr, Stenbol û Enqereyê li herêmên yekemîn û li Mêrsîn, Edene û Denîzliyê li cihên ku dikarin werin hilbijartin, namzetên jin hene. Li Kurdistanê jî li Êlih, Colemêrg, Sêrt û Mûşê jî jin di serê lîsteyê de ne. Heke HDP bendê derbas bike, ew ê ev hemû werin hilbijartin. Di temamiya lîsteyan de jî ji ber sedemên ku hatibûn diyarkirin, ‘modela fermûarê’ nehatiye pêkanîn. Ligel vî tiştî li gelek cihên ku namzet ew ê werin hilbijartin jî modela fermûarê hatiye bikaranîn. Ji ber vê jî namzetên jin ên HDP’ê ew ê bi temsîliyeke ji %40’î zêdetir biçin meclîsê.

Bi qasî ku em li ser medyayê dişopînin, vî aliyê azadîxwaziya jinê ya HDP’ê, cihê ku heq dike û qîmeta wê têra xwe dernakeve pêş û li ser wê nayê sekinandin. Gelek sedemên vê nêziktêdayînê heye. Beriya her tiştî polîtîkayeke serbixwe û azad tune û bandora vî tiştî li ser hilbijartinê jî heye. Polîtîkayeke weşanê derneketiye holê ya ku vê rewşê rexne dike û her partî rewşa xwe bi awayekî rasteqîn deyne holê. Jixwe helwesta medyaya navendî û alîgir tê zanîn. Ji ber ku polîtîkayeke zayendperest û cihêkar dimeşînin, vê polîtîkaya wan jî îfşa bûye. Di van weşanan de tenê di warê tacîz, tecawiz, mirin û mexdûriyetê de jin derdikeve pêş û qadên ku jin hebûna xwe ava dikin jî dernakeve holê. Em dibin şahid ku medyaya navendî  di pêvajoya hilbijartinê de li ser mexdûriyeta jinan polîtîkayeke weşanê dikin û ji nêziktêdayînên kedxwarî û îstîsmarê re zemînê ava dikin.

Ji aliyên din ve jî em bûn şahidên daxuyaniyên tevgerên jinan ên li ser lîsteyên hilbijartinê. Diyar kirin ku ew ê vê polîtîkayê nas nekin a ku jinan tenê wekî hilbijêr dibînin û ew ê dengê xwe nedin van partiyan. Ev daxuyanî girîng e. Lê tena serê xwe têr nake. Divê helwesteke polîtîk ya bi bandor hebe. Heta ku feraseta van partiyan neyê teşhîrkirin ên ku têra xwe cih nadin jinan û ev mesele nebe meseleya têkoşînê, rexnekirin ew ê têr neke. Ji ber vê wê rewşê, ew ê pêşiya vî tiştî neyê girtin ku jin dengê xwe nedin van partiyan. Heta ku rojeveke bi bandor ava nebe, ew ê medya rojeva jinan manîpule bike û ew ê karibe sûdê jî vî tiştî werbigire. Divê ji wan partiyan re piştgirî jî were dayîn ên ku bi tenê çavên hilbijêriyê li jinan nanihêre. Berevajî vî tiştî ew ê were wateya vî tiştî ku piştgiriya ji bo jinan jî têra xwe nehatibe dayîn. Ev rewş ji motîvebûnê wêdetir ew ê rewşeke negatîf jî derxe holê.

Di encamê de jin ew ê diyar bikin ku ew ne beşeke wisa ne ku, tenê di dema hilbijartinê de werin bîra hin aliyan. Ji ber vê jî divê li ser hemû zemîn û kategoriyan, ji bo beşdariya azad û wekhev qîmet were dayîn û zêdetir xurt bibe. Ji bo jinan wekheviya jiyanê ya li ser armanca azadiyê, têra xwe girîng e. Em dikarin bibêjin ku ji bo jinan vê diyalekta têkoşînê ya ku jin beşdar dibin û biryarê distînin, ew ê mumkun be. Bêguman ew ê jin jî ji bo demokratîkkirina siyasetê, ew ê bi bîr û helwesta ku divê beşdariya wekhev hebe, ew ê tevbigerin. Jin bi vê bîr û baweriyê ew ê bi hêza xwe di siyasetê de ji xwe re cih vekin.

Mirov dikare bibêje ku polîtîkayên partiyên derveyî HDP’ê yên li ser koçberî, şer, ekonomîk, krîza ekolojîk, qetlîama jin û zarokan, bi têkoşîna jinan a li ser vî bingehê û bi çalakbûna di siyasetê de, mirov dikare bide sekinandin."