Ji bo gerîlayê HPG'ê Adîl Sunrger (Lecvan Mûnzûr) ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Kolnê, serdanên sersaxiyê tên kirin.
ANF
KOLN
sêşem, 6 rezberê 2016, 07:18
Adîl Surger ku ji malbateke Dersîmê ye, piştî ku cihê xwe di nava xebatên ciwanan ên li Ewropayê de girt, berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê û tevlî nava refên gerîla bû.
Surger li Koln û derdora wê dihat naskirin û hezkirin. Piştî şehadeta Surger bi sedan kesî berê xwe dan Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Kolnê. Malbata Surger wê îro jî li vê derê serdanên sersaxiyê qebûl bike.
Ji bo Surger û hevalên wî, wê di 11'ê Îlonê roja Yekşemê de li Eurosaal a li navnîşana Vitalisstrasse 308, 50829 Koln, saet di 12'an de merasîmeke bîranînê were lidarxistin.