ABDEM'ê bang li gelan kir ku li dijî dîktatorî û şer, ji bo aştî û azadiyê dengê xwe bidin HDP'ê
Meclîsa Aştî û Demokrasiyê li Ewropayê (ABDEM) daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir, ku Erdogan û AKP ên encamên hilbijartinê yên 7'ê Hezîranê qebûl nekirin, welat xistine nava şer. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku desthilatdariya AKP'ê ya ku di 20'ê Hezîranê de bi teqandina bombeyê li nava ciwanên sosyalîst re dest bi şerê qirêj kir, dûre Herêma Qendîlê jî di nav de Başûrê Kurdistanê, çeperên şervanên Rojava û gelek herêmên li Bakurê Kurdistanê bombe kiriye.
ABDEM'ê da zanîn ku dewleta ji aliyê AKP'ê ve tê birêvebirin, heta niha ji Cizîrê heta Sûrê, ji Silopiyayê heta Geverê li gelek deveran komkujî kiriye, bi sedan mirov qetil kiriye, bi sedan birîndar kiriye û got, "HDP a ku di 7'ê Hezîranê de bend hilweşand, di heman demê de xeyalên serokatiyê yên dîktatorê li Qesrê jî têk bir. Dawî li desthilatdariya yek partiyê ya ku AKP ev 13 sal in radigire.
AKP û Erdogan û Erdogan ê dîktatoriya xwe îlan kiriye, tevî ku di 7'ê Hezîranê de desthilatdariya xwe winda kirine jî bi awayekî ne rewa, dewlet xistine bin kontrola xwe. Em hesabê komkujiyan ji AKP û Erdogan bipirsin. Ji bo pirsîna hesabê hemû komkujiyan, em heta 25'ê Cotmehê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP'ê.
Mîna hilbijartinên 7'ê Hezîranê hilbijartinê 1'ê Mijdarê jî di navbera du hêz, du zîhniyetan de dimeşe. Ev her du zîhniyet; zîhniyeta nîjadperest û yekparêz a li ser şer û xwînê siyasetê dike û zîhniyeta pirrengî ya ji bo aştî û azadiyê berdêlan dide. Zîhniyeta destpêkê AKP, MHP û CHP'ê temsîl dike, zîhniyeta duyemîn jî HDP a ku di aştî û azadiyê de israr dike, temsîl dike.
Weke ABDEM em bang li gelên xwe yên li Ewropayê dijîn dikin, ku heta 25'ê Hezîranê ji sedî sed biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP'ê.
Ji ber ku yekane partiya xwedî vîna sekinandina vî şerî, HDP ye.
Ji ber ku HDP, hemû neteweyên cihêreng, ji nava bawermend û derdorên siyasî, bindest û mirovên heta niha li derve hatine hiştin, vedihewîne.
Li dijî dîktatorî û şer, ji bo aştî û azadiyê em dengê xwe bidin HDP'ê!"