ABDEM'ê ji bo Kobanê banga lezgîn a çalakiyan kir!

ABDEM'ê ji bo Kobanê banga lezgîn a çalakiyan kir!

ABDEM'ê, li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê banga lezgîn a çalakiyan kir.

Meclîsa Aştî û Demokrasiyê li Ewropayê (ABDEM) ku ji 64 saziyên li Ewropayê pêk tê û par hat damezrandin, civîna berfireh a rêveberiya xwe ya 6 mehan li bajarê Elmanya Kolnê, li Navenda Çanda Elewiyan pêk anî.

Rêveberiya ABDEM'ê bi rojeva; xwendina raporan, nirxandina pêvajoya siyasî û plansaziyê civiya û hin rêze biryar stend. Di civînê de hat destnîşankirin ku divê ji bo xwedîderketina li Kobanê û Şengalê hîn bêtir xebat bên meşandin. Her wiha biryar yat dayîn ku bi lezgînî heyete ji Kobanê re bê şandin.

Hevseroka ABDEM'ê Rojda Yildirim di axaftina xwe ya li civînê de diyar kir ku bûyerên li Kobanê diqewimin têkoşîna man û nemana Kurdan e û got, "DAIŞ'ê ji Iraqê derdixînin û berê wê didin Rojava. Planê têkbirina Rojava tên kirin. Rojava dilê Rojhilata Navîn e. Eger Rojava têk biçe wê li ser navê demokrasiyê tiştek li herêmê nemîne. Ji ber vê yekê divê her kes êdî ji rewşa piştevaniyê derkevin û bikevin binê vî barî."

Li ser navê Yekîtiya Akademîsyenên Êzidî Osman Şahîn jî xwest der heqê bûyerên li Şengalê de komîsyonek lêkolînê bê avakirin.

Nûnerê Asûrî-Suryaniyan Yaşar Buyukkiliç diyar kir ku ew ûyerên li Şengalê qewimîne weke komkujiyeke stratejîk dibînin û got, "Eger gerîla li ber xwe nedabûya, ya bi serê Êzidiyan de hat wê bi serê Suryaniyan û Ermeniyan de jî bihata. Ya ku di sala 1915'an de hat kirin, wê dîsa bihata kirin. Serkêşiya vê jî Tirkiye dike. Lê belê ev plan hat xerakirin. PKK'ê ev plan têk bir. Pêwîste di vê demê ABDEM jî rola xwe bilîze."

Nivîskar Metîn Ayçîçek jî destnîşan kir ku Rojava komîneke hemdem e û divê ABDEM bê şert û merc destekê bide.

Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç jî bal kişand ser pirsgirêkên rêxistinbûyînê yên ABDEM'ê û got, "Gele komîsyon hene, lê belê bêbandor in. Li şûna vê komîsyonên li gorî pêwîstiyan bihata avakirin, wê baştir bûya. Mînak, li Rojava pirsgirêke cidî heye. Her saziyê li gorî xwe tiştek kir. Lê belê me helwesteke hevpar bi têrkerî nîşan nedan. Weke ABDEM divê em heyetê bişînin Rojava. Her wiha divê em alîkariyên ji bo ambûlansê bişînin."