ABDEM’ê banga çakiyên aktîftir li pêkhateyên xwe kir
ABDEM’ê banga çakiyên aktîftir li pêkhateyên xwe kir
ABDEM’ê banga çakiyên aktîftir li pêkhateyên xwe kir
Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropa (ABDEM), bang li pêkhateyên xwe kir da ku ji bo Kobanê hê aktîftir helwest nîşan bidin û bê ku dereng bikeve tevayî derfetên xwe ji bı gelê Kobanê re seferber bikin.
ABDEM di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got ku li hember dorpêçkirina 12 roj in didome, ji derve de tu piştgirî nehatiye.
ABDEM got, “Gelê Kobanê bi hemû derfetên xwe li hember dorpêçkirinê li ber xwe dide. Li hember komkujiyê têdikoşe. Di heman demê de ev berxwedan, tê wateya têkoşîna li ser navê mirovatiyê li hember hovîtiya ku li dijî tevayî nasname û gelan mirinê vedirişe.”
ABDEM di serî de welatên Ewropa bang li her beşa civakê kir da ku bilez piştgiriyê bidin gelê Kobanê.
ABDEM got, “Bi armanca piştgiriya ji gelê Kobanê re û raya giştî ya Ewropa di mijara Kobanê de hişyar be em diyar dikin ku bi hemû pêkhateyên xwe re tevlî çalakî û aktîvıteyan bibin.”