‘Şoreşa Rojava destpêka şoreşa mirovayetiyê ye’

Kongreya PYD’ê ya Ewrûpayê ya 9’emîn li Hollandayê didome. Di axaftinan de hate diyarkirin ku ‘Rojava, destpêka şoreşa mirovayetiyê ye.’

Kongreya PYD’ê ya Ewrûpayê ya 9’emîn bi beşdariya 600 delegeyan didome. Kongre bi axaftinên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl yên li Rojhilata Navîn, Ewrûpa didome.

‘DIVÊ EM FELSEFEYA OCALAN LI HER DERÊ TÊXIN MERIYETÊ’

Hevseroka Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk Şêx Rîad Dîrar bal kişand ser zextên rejîma Sûriyeyê ya li ser Kurdan û got: “Rêzdar Abdullah Ocalan dibêje; ‘Heta ku ez tiştekî nekim, tu qîmeta Kurdbûna min tune’. Ev gotin rewşa me diyar dike. Heta ku em tiştekî nekin, tu qîmeta gotinên me tune. Ji ber vê divê her kes xwedî li nasname û çanda xwe derkeve. Li Sûriyeyê hatiye îspatkirin ku modela jiyana bi hev re konfederalîzma demokratîk e. Ev pergal ne bi tenê li Rojava, divê li hemû Sûriyeyê têkeve meriyetê. Kêşe encax bi vî awayî dikarin çareser bibin.”

‘KURD AKTORÊN HERÎ MEZIN ÊN ROJHILATA NAVÎN IN’

Hevserokê Kongra-Gel’ê Remzî Kartal jî diyar kir ku li Rojava îro şoreşeke mezin tê jiyîn û bal kişand ser vî tiştî ku afirînerê vê şoreşê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Kartal got: “Di  pergala li Rojava de, Ereb, Kurd, Çerkez, Asûr û Siryan bi hev re dijîn. Divê ev pergal bi tenê li Rojava nemîne, divê li Rojhilata Navîn jî bidome. Kêşeyên li herêmê encax wisa dikare çareser bibe.

Piştî ku DAÎŞ li Reqayê hate paqijkirin, rûpelekî nû hatiye vekirin. Kurdan destkeftiyên girîng bi dest xistin. Kes nikare van destkeftiyên têxin nav xetereyê. Heta ku Kurd ne li ser maseyê bin, li Rojhilata Navîn tu polîtîka nikare were kirin.”

‘TIRKIYE DIJMINATIYA ROJAVA DIKE’

Li ser navê PJAK’ê Hacî Ehmedî jî diyar kir ku li Rojhilatê Kurdistanê ji sala 1980’î û vir ve serhildan heye û got: “Îro jî serhildan didome. Li Rojava serhildan piştî demekê bû şoreş. Li vê derê rola jinan gelek e. Ev şoreşa jinan e, cîhan ji vî tiştî re hurmetkar e. Di vê şoreşa Rojava de ji Amerîkayê bigire heta bi Kanadayê, şehîdên ji van welatan hene. Ev destpêka şoreşa azadiyê ya mirovatiyê ye.”

Yek ji nûnerê HDP’ê yê Ewrûpayê Eyup Dorû jî diyar kir ku li Tirkiyeyê gelek endam û rêveberên partiya wan di girtîgehê de ne û got, “Herdu hevserokên me ji ber axaftinên xwe yên li ser Rojava ketine girtîgehê. Tirkiye îro jî êrîşa xwe ya li ser Efrînê didomîne. Em ê piştgiriya xwe ya ji bo Rojava bidomînin.”

‘ŞOREŞA ROJAVA ŞOREŞA JINAN E’

Koordînasyona Kongra-Star a Rojava jî peyamek şand kongreyê. Di peyamê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em vê kongreya dîrokî silav dikin. Îro li Rojhilata Navîn xeya sêyemîn bi pêş ve diçe. Bala hemû gelan li ser vê xetê ye. Ev jî bi saya qehremaniya YPG û YPJ’ê pêk tê. Bêguman şoreşa Rojava şoreşa jinan e.”

 ‘DIVÊ ROJAVA ESAS BÊ GIRTIN’

Li ser navê YNK’ê Şêx Şemal axivî û bal kişand ser Şoreşa Rojava û ev peyam da: “Kurd ne Kurdên berê ne. Lîstikên bi salan hatin lîstin û ceribandin êdî encam nagirin. Kurd îro di rêya yekîtiyê de serketinên mezin bi dest xistine, li çar parçeyên Kurdistanê têkoşînê dikin. Serketina li Rojava li dijî çeteyên DAIŞ’ê hate bidestxistin, mînaka herî şênber a roja îro ye. Weke YNK’ê em ji vê rewşê pir kêfxweş û memnûn in, piştgiriya xwe di asta herî jor de raber dikin. Kongreyê silav dikin û serkeftinê dixwazin.”

Li ser navê Tevgera Goran jî Rewez Helkawt jî axivî û bal kişand ser asta têkoşîna Rojava û wiha pêde çû: “Li Rojava pêşketinên mezin û serketî derketin pêş. Ji bo van nirxên bi berdêlekî pir giran biha hatin bidestxistin biparêzin, pêwîstî bi yekîtiya Kurdan heye. Divê çar parçeyên Kurdistanê bibe yek. Destkeftiyên li Rojava hatin bidesxitin divê ji bo her çar parçeyên Kurdistanê bibe mînak.”

Rewez Helkawt tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bi zimanekî tun şermezar kir û got: “Divê Abdullah Ocalan û hevserokên HDP’ê bên azadkirin.”

‘DIVÊ EM DESTKEFTIYÊN ROJAVA BIPARÊZIN’

Li ser navê Partiya Demokratîk a Sûriye Habîb Îbrahîm axivî û ev tişt got: “Piştî têkçûna DAIŞ’ê ya li Sûriye rûpelek nû hate vekirin. Hemû denge hatin guhertin. Li dijî destkeftiyên Kurdan êrîşên giran hene. Erdogan êrîşî Kurdên Rojava dike. Li gorî Tirkiye ‘Kurdê baş’ û ‘Kurdê xirab’ nîne, dijminê hemû Kurdan  e. Kurd neçarin ku yekîtiya xwe ava bikin. Divê li dijî Tirkiye, Sûriye û Îranê bibin yek û mafên xwe biparêzin.”

Li ser navê Partiya Demokratîk a Kurdên Sûriye (PDKS)Mahmûd Daoûd jî diyar kir ku ji her demê bêhtir îro pêwîstiya Kurdan bi yekîtiya netewî heye.

Li ser navê Partiya Kurd a Çep a Sûriye Mihemed Bellî jî axivî û bal kişand ser rola PYD’ê û diyar kir ku divê hemû partî ji bo parastina hemû berjewendiyên gelên Rojava bibe yek. Ji Partiya Komunîst a Kurdistan Hawar Emîn jî diyar kir ku yekîtiya li Rojava divê li Ewropa hê zêdetir bê pêşxistin, divê aliyê dîplomasî hê bêhtir bê xurtkirin.

Li ser navê Êzidiyên Sûriyeyê jî Cergîn Nebo jî axivî û bal kişand ser xebatên PYD’ê û got: “Bi yekîtiya Şoreşa Rojava re weke her beşê civakê civaka Êzidî jî gihiştin azadiya xwe. Divê her baş piştgiriyê bide vê şoreşê.”

‘PARÇEYEK JI ŞOREŞA ROJAVA NE’

Serokê Navenda Mafê Mirovan a Sûriye yê Elmanya Eledîn El Reşîd jî wiha got: “Dema em li gelemperiya Sûriye dinêrin dibînin ku li Rojava azadî û demokrasî heye. Ev jî azadiya ku Şoreşa Rojava bi xwe re aniye. Hilberînkarê vê jî wêneyê li pişt min (Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îşaret kir) yên ku vê pêk anîn jî wêneyên kesên li salonê hatin daliqandinin.”

Li aliyê din malbatên şervanên enternasyonalîst ên li Rojava şehîd bibûn tevlî kongreyê bibûn û peyemek hevpar dan. Di peyama wan a hevpar de ev tişt hate gotin: “Em ê heta dawî şopdarê rêya zarokên xwe bin. Ji bo bibîn parçeyek ji doza gelê Kurd heta dawî em ê kar bikin.”