KONGRA-GEL’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û kampanyaya “Wê tecrîd têk biçe û wê azadî bi ser bikeve” a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir.
KONGRA-GEL’ê di daxuyaniyê de ev tişt diyar kir:
“Dewleta faşîst a Erdogan dixwaze deskeftî, nirxên maddî û manewî, nasnameya azad, çand û dîroka Kurdan tune bike û dibêje qey ew ê karibe Kurdan qir bike. Û ji xwe re xeyalan saz dike ku wê karibe li ser vê hovîtiyê seltanata xwe bidomîne.
Lê vê carê wekî ku Erdogan dixwaze wê dîrok bi qirkirina Kurdan dubare nebe, wê faşîzm têk biçe û wê azadî bi ser bikeve. Ronesansa Kurdan a ku ji Kurdistanê dest pê dike û li Rojhilata Navîn belav dibe, dahatûya azad a gelan diafirîne û ev dahatû ne dûr e, gelekî nêz e.
Erdogan ji xezeba gelên me yên li Kurdistan û Tirkiyeyê ditirse. Xezeba wî di cih de ye. Ji ber ku wê hesabê her tiştî bide. Sedema ku her dem di psîkolojiya êrîş û şer de ye û xew nakeve çavên wî ev e.
Divê gelê Kurdistan û Tirkiye di ferqa vê rastiyê de be û ji her demê bêtir bi bawerî û biryarek mezintir peywira serdemê bigire ser xwe û têbikoşe. Ger ku me hemû bi hevre li hemû nirxwên xwe xwedî derkevin em dê karibin faşizmê têk bibin. Mîsyona ku dîrokê daye ser milê me û bendewariya mirovahiya pêşketî ji me dixwaze ev e.
Afirînerê herî mezin ê nirxên azadiyê Rêber Abdullah Ocalan e. Li gorî vê wateyê; di serî de jin û ciwan, hemû gelên herêmê yên azadî, aşti û demokrasiyê dixwazin, divê li mirovahiyê pêşketî Rêber Apo xwedî derkevin. Li ser vî esasî, divê kampanya ‘Tecrîd tê têk biçe azadî dê bi ser bikeve" bi awayekî herî bi bandor mezin bikin, belav bikin û pêş bixin. Divê her kes li gorî vê yekê li cihê xwe rol û misyona xwe di asta herî bilind de pêk bîne.
Xwedîderketina mirateya dîrokî û çandî, xwedîderketina nirxên hebûna civakê ye. Li gorî vê wateyê xebatên ji bo parastina Sûr û Hasankeyfê bi qîmet û muhîm in. Hemû derdorên li Tirkiye û Kurdistanê yên aligirên azadî û demokrasiyê divê li dora Sûr û Heskifê barîkatên demokrasiyê ava bikin. Ji bo rawestandina hilweşîna Sûr û Heskifê çi pêwist be divê bê kirin. Divê li mirovên me yên li dijî xerakirinê di ber xwe didin, mal û warên xwe terk nakin xwedî derkevin. Xwedîderketina van mirovan û dîrokê erka mirovî, sincî ye. Em bang li hemû cemaweriyê dikin ku di vê mijarê de hestiyar tev bigerin."