'Şîdeta di futbolê de ji ber mudaxaleya desthilatdariyê ye'
Serokê Avakar ê Komeleya Mafên Alîgiran (THD) Devrîm Cem Ertûran got: "Ji ber ku desthilatdarî di pêkanîna Passolîgê de tişta ku dixwaze nabîne, serî li rêbazên nû dide."
Serokê Avakar ê Komeleya Mafên Alîgiran (THD) Devrîm Cem Ertûran got: "Ji ber ku desthilatdarî di pêkanîna Passolîgê de tişta ku dixwaze nabîne, serî li rêbazên nû dide."
Di maça Beşîktaş û Konyasporê de alîgirên tîman bi kêran peyayî sehayê bûn û di maça Mersîn Îdman Yûrdû û Amedsporê de jî êrîşên lîstikvanan kirin û ji ber van bûyeran careke din şîdeta di qada sporê de kete rojevê. Serokê û Endamê Desteya Giştî ya Rêveberiyê THD'ê Devrîm Cem Ertûran diyar kir ku desthilatdarî mudaxaleyê trîbûn û sehayê dike.
'EM VÊ QEBÛL NAKIN'
Ertûran eşkere kir ku di trîbûn û sahayan de şîdet derketiye astek cidî û wiha axivî: "Em wekî komele li dijî binpêkirinên mafan, şîdeta li dijî lîstikvanan û bêedaletiyê ne û em ê ji îro şûn de jî vê hewldana xwe berdewam bikin. Tiştên li trîbûnan diqewimin, em dengê wijdanan in. Em xwedî li hevalên xwe yên ku pankarta 'Bila Nûriye û Semîh Bijî' derketin. Ji ber ku ji derveyê parastina jiyanê ti daxwazên me tune ne. Xwe li dijî mirinan bêdengkirin sûc e. Kesên xwe ji trîbûnan davêjin û bi kêran êrîşê lîstikvanan dikin ne sûcdar in, kesên pankarta Nûriye-Semîh vekiriye sûcdar in û ji 'Endamtiya rêxistinê' doz li wan tê vekirin. Ev bi ti awayî nayê qebûlkirin."
'DESTHILATDARÎ SERÎ LI RÊYÊN NÛ DIDE'
Ertûran piştrast kir ku desthilatdariya heyî, hemû qadên civakê ji bo berjewendî û pêdiviyên xwe bi kar tîne, bi heman rêbazî mudaxaleyê trîbûn û sahayan jî dike. Ertûran anî ziman ku raste rast desthilatdarî alîkariya hin kulubên futbolê dike û ev jî baweriya ji bo edaletê ji holê radike û wiha pê de çû: "Di nêzikatiya li dijî alîgiran de dibêjin ku 'Heke hûn serî ji me re netewînin, heke hûn bi ya me nekin, li gorî daxwazên me tev negerin, em ê jî vê bînin serê we' û dixwazin peyamekê bidin wan." Ertûran derbirî ku desthilatdariyê di sala 2013'an de bi Hejmara 6222'Yan Qanûna Sererastkirin û Şidetê ya Sporê (Possolîg) derxistiye û bi vê pêkanînê tişta ku xwestiye di trîbûnan de bi dest nexistiye û ev nirxandin kir: "Ji ber ku li gorî nasnameya ku diyarkiribûn alîgir bi dest nexistin, serî li pêkanînên cuda dan. Ev jî pêkanînên wekî 'Endamên rêxistinê ne' û 'Sûcên rêxistinî ne' di demên dawî de serî li rêbazên nû didin."
'SPOR DIKEVE BIN BANDORA SIYASETÊ'
Ertûran lîstika Mersîn Îdman Yûrdû û Amedsporê û êrîşa li dijî lîstikvanê Amedsporê Denîz Nakî jî bibîr xist û got: "Her roja ku diçe spor dikeve bin siyasetê. Spor ji çand û ruhê wê tê dûrxistin. Divê em li dijî nijadperestiyê bin. Hûn nasname û nêrîna Denîz Nakî diecibînin, naecibînin. Êrîşeke nijadperestî li dijî wî pêk anîn tiştekî cuda ye. Ev bi ti awayî nayê qebûlkirin."