Şêwirmendê Erdogan: Gel bixapînin

Şêwirmendê berê yê Erdogan Aydin Unal li hişmendiya AKP’ê ya ku gel dixapîne û bi kar tîne mikur hat.

Yek ji şêwrimendê berê yê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, parlementerê Enqerê yê AKP’ê Aydin Unal di rojnameya AKP’ê Yenî Şafakê de ‘manîfestoya ketîbûn’ê nivîsî. Unal got dema ku hûn simîtan dixwin weke ku hûn ji gel bin xwe nîşan bidin û heta ku hûn werin werin hilbijartin gel ragirin.

‘BILA BIBÎININ KU HÛN SIMÎTAN DIXWIN’

Unal derbarê hilbijartinên 24’ê Hezîranê nivîsek bi navê ‘ji bo berandaman pêşniyar’ nivîsî û di nivîsê de hişmendiya AKP’ê da der bê ka gel çawa dixwapînin.

Unal di nivîsa xwe de şîret li berandamên AKP’ê kir, got heke wesayitên we yên luks hebin bila gel nebine, weke ku hûn ji nav gel bin li wesayitên qerqote siwar bibin û ‘li deverên ku gel we bibîne simîtan bixwin’.

‘BIQÊRIN, LI ÇEPKAN BIDIN’

Unal bi berdewamî got, ‘’Heta ku ji we tê gotinên bêman bikin. Hevokên dirêj û dawî lê naye wê bi kêrî we were. Mijara herî hêsan bi dengekî bilind hûn dikarin biêjin, gotinên we pir bi ehmeqî bin jî wê ji we re li çepkan bidin. Li gorî partiya ku hûn ê jê bibin endam şaîran diyar bikin û hevokên helbestan hema wilo ji xwe re me re di nav axaftinê de bibêjin.’’