Şewata ku dewletê li Dersimê derxistî hate şermezarkirin
Şewatên ku hêzên dewletê li Dersimê derxistî ji hêla rêxistinên Elewî û hawîrdorparêzan ve hate şermezarkirin. Rêxistinan diyar kirin ku ew ê bêdeng nemînin.
Şewatên ku hêzên dewletê li Dersimê derxistî ji hêla rêxistinên Elewî û hawîrdorparêzan ve hate şermezarkirin. Rêxistinan diyar kirin ku ew ê bêdeng nemînin.
Rêxistinên Elewî û hawîrdorparêzan ên li Stenbolê derbarê şewata daristanên li Dersimê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de rêxistinên Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF), Komeleya Hawîrdorparêz Munzurê, Meclîsa Ekolojiyê ya HDK’ê, Şûbeya ÎHD’ê ya Stenbolê, Komeleya Pîr Sultan Abdal hazir bûn.
‘ŞEWATÊ BI ZANEBÛN DERDIXIN’
Daxuyaniya hevpar ji hêla aktîvîstê hawîrdorparêziyê Hasan Şen ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin şewata daristanan bi zanebûn e û bêdengiya çapemeniyê hate rexnekirin.
Di daxuyaniyê de behsa şewata li çiyayê Cûdî û Gabarê jî hate kirin û hate gotin: ‘’Şewat encama îstîsmarakirina gelên xwedî nasnameyên cihê û sirûştê ya bi hesabê karkirinê ye.’’
‘EM Ê ÇAVÊ XWE NEGIRIN’
Seroka Komeya Hawîrdorparêz a Munzirê Hatûn Esen jî got bi şewata Dersimê dixwazin rabirduya civakekê tine bikin û got, ‘Em êşên ku 1938’an pêşiyên me jiyane îro em bi şewata daristanên xwe, bi hilweşîna îbadetgehê xwe dîsa dijîn. Pêşiyên me dema ku diçûne zozanan jî ji zindiyan destûr dixwestin. Dewleta niha êrîş dibe ser wê tişta ku ji bo me pir binirx e.’’
Esen diyar kir ku ew ê li dijî şewatan bêdeng nemînin û ew ê çavê xwe ji tinekirina rabirdu û sirûşta wan re negirin.
‘EM Ê LI SIRTÛŞTA XWE Û ÇANDA XWE XWEDÎ DERBIKEVIN’
Li ser navê Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal jî Gulîzar Taşbîlek axivî û got, dewlet bi rengekî sîstematîk bi ser gel û çanda Elewî de diçe. Taşbîlek wiha got: ‘Ev şewata ku îro derxistine ne şewata pêşî ye û wê ne ya dawî jî be. Bila bizanibin ku em ê li sirûşta xwe, li çanda xwe xwedî derbikevin û li ber xwe bidin.’’
‘MIROV NIKARE BIKE QURBANA BERJEWENDIYÊN POLÎTÎK’
Endama Meclîsa Ekolojiyê ya HDK’ê Kîraz Ozdogan jî got, ‘’Şewata daristanan polîtîk e. Daristan bi qasî ku mirov nikare bike qurbana berjewendiyên polîtîk parçeyek ji jiyana me ne. Jiyana bê daristan nabe. Divê em li dijî mekanîzmayên mêtingeriyê yên kapîtalîzmê li ber xwe bidin.’’