Şervanê azadiyê Serhat li Helsînkî jiyana xwe ji dest da

Xalîs Ceyhan bi nasnav Kendal Serhat ku 25 salan li nava refên têkoşîna azadiyê bi rengekî çalak têdkoşiya, li Fînlandiyayê ku dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Xalîs Ceyhan sala 1972'an li navçeya Tûtax a Agiriyê ji dayik bû û sala 1992'an tevlî refên têkoşîna azadiyê ya Kurd bû. Di nava 25 salên gerîlatiyê de li gelek cihan bi erk û wezîfeya xwe rabû. Ji ber şert û mercên giran ên şer xisar li guh û mejiyê wî bû.

Ceyhan ji bo tedawiyê neçar ma bê Ewropayê û li Fînlandiyayê tedawiya wî dest pê kir. Doktorên ku Ceyhan kontrol kirin gotin, ku tedawî bi ser nakeve.

Ceyhan ji ber pirsgirêkên giran ên tenduristiyê 1'ê Gulanê li Helsînkiyê jiyana xwe ji dest da. Ji bo Ceyhan li Helsînkî merasîmeke bîranînê hate kirin. Tê payin ku cenazeyê wî ber bi warê wî ve bê şandin.