Şehîdên xwerêveberiyê li Berlînê hatin bîranîn
Di şexsê siyasetmedarên Kurd Pakîze Nayir, Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç de, hemû şehîdên xwerêveberiyê li paytexta Elmanya Berlînê hatin bîranîn.
Di şexsê siyasetmedarên Kurd Pakîze Nayir, Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç de, hemû şehîdên xwerêveberiyê li paytexta Elmanya Berlînê hatin bîranîn.
Civîna bîranînê ji aliyê Meclîsa Jinê ya DEST-DAN ve hate organîzekirin û 50 kes tevlî bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, siyasetmedara Kurd Safiye Erol, dayika şehîd û Berdevka Komîsyona Şehîdan a NAV-DEM'ê Şemse Kiliç, ji Cizîrê xizma malbata Tûnç Nûrsel Ûysal û Hevserokê NAV-DEM ê Berlînê Yeko Ardil li ser berxwedana xwerêveberiyê axivîn.
Qisekeran gotin, dewleta Tirk a mêtinger û faşîst, hovîtiya ku niha li Efrînê dike beriya niha li Cizîr, Şirnex, Sûr û hemû qadên xwerêveberiyê kir û Sêvê, Mehmet û hevrêyên wan ji bo pêşî li dijmin bigirin canê xwe feda kirin.
Di merasîma bîranînê de sînevîzyonek ji bo bîranîna şehîdan hate nîşandan.
Di dawiya civînê de ji bo çalakiyên li Berlînê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tên lidarxistin banga tevlîbûnê hate kirin.