Şehîdên Meha Gulanê li Stockholmê hatin bîranîn 

Şoreşgerên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên di meha Gulanê de şehîd bûne, li paytexta Swêd Stockholmê li lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi çalakiyekê hatin bîranîn.

NCKD Stockhol, Yekîtiya Jinan a Sara û Partîzan ji bo şoreşerên li Rojava û Şehîdên Meha Gulanê çalakiyeke ya bîranînê lidar xistin.

Di bîranîan wêneyên Rêberê Gelê Kurdî Abdullah Ocalan, Dîsa pêşengên THKO’yê Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan, Huseyîn Înan û Lîderê TKP/ML’ê Îbrahîm Kaypakkaya û şehîdên din ên Gulanê hatibûn xemilandin de, bi deqeyeyk rêzgirtinê ve destpê kir. Di bîranînê de li ser navê Tevgera Azadiya Kurd Hasan Înce axivî û qala girîngiya Şehîdên Meha Gulanê ya ji bo Gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê kir.

Înce bal kişand ser êrîşên hov ên dewleta Tirk a asta gihiştiyê û got: “Divê em xwedî li wî ruhê berxwedêr ên şehîdê me heta roja me ya îro anî derbikevin û têkoşîna xwe bikin yek û bidomînin.”

Înce da diyarkirin ku hilbijartina li Kurdistan û Tirkiyeyê tê kirin û wiha pêde çû: “Bi saya HDP’ê gel û baweriyên cihê li hev kom dibin, hejar, karker û bindestan diparêze, eger me ev yek berî 50 salan bikiriba wê îro gelek tişt bihatiba guhertin. Divê em bi hev re têkoşînê bikin.”

Li ser navê Partîzanan jî Şeymûs axivî diyar kir ku şoreşgerên Kurd û Tirkiyeyî li Rojavayê Kurdistanê bi hev re li ber xwe dan.

Şeymûs anî ziman ku wê di hilbijartina 24’ê Hezîrnaê de wê piştgiriyê bidin HDP’ê û Selahattîn Demîrtaş. Şeymûs bang li hemû reşenbîr, şoreşger û demokratan kir ku destkê bidin HDP’ê.

Ji pêşengên Nifşê 68’an Latîfe Fegan jî bîranînên Denîz Gezmîş û şoreşgerên wê demê hatin qetilkirin bi beşdarvanan re parvekir.

Bîranîn bi nîşandan sînevîzyonekê ya têkildarî bîranî û Şehîdên Meha Gulanê ve bi dawî bû.