Şehîdên Meha Gulanê li Hannoverê hatin bibîranîn

Şehîdên Meha Gulanê li bajarê Hannover ê Elmanyayê hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Meclîsa Jinê ya Ronahî ve hate organîzekirin.

Endamê PYD'ê Baran Salih destpêkê axivî û got, "Em li ber bîranîna Şehîd Hakî Karer, Gûrbet Aydin û hevrêyên wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin." Salih destnîşan kir ku wê li ser şopa şehîdan bin.

Hevserokê NCDK a Hannoverê Ciwan Çewlig jî got, "Tevgera Azadiyê ya Kurd 40 sal in berdêlên mezin dide. Beriya 40 salan jî raperîn û berxwedan hebûn. Gelê Kurd wê heta azadiyê ti carî ji rêya xwe venegere. Em bi biryar in."

Ji Saziya Malbatên Şehîdan jî Apê hesen peyivî û got, wê ti carî dagirkeriyê qebûl nekin.

HDP'Ê PANELEK ORGANÎZE KIR

Wekî din, Koordînasyona HDP'ê ya Ewropayê jî li heman cihî panela hilbijartinê organîze kir. Hevşaredar Cizîrê Leyla Îmret û Hevserokê NAV-DEM'ê Tahir Koçer weke qiseker beşdarî panelê bûn. Piştî panelê jî fitar hate vekirin.