Şehîdên 9’ê Gulanê li Stockholmê hatin bîranîn

Li Stockholmê Kurdistaniyan ji bo bîranîna şehîdên 9’ê Gulanê çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de siyaseta sêdare ya rejîma Îranê û bêdengiya civaka navnetewî ya li hemberî wê hat şermezarkirin û hat gotin; “Emê şopdarê riya wan şehîdan bin.”

Bi wesîleya 12. salvegera darvekirina 4 têkoşerên Kurd Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan, Şîrîn Elemhulî, Ferhad Wekîlî û çalakvanê Fars Mehdî Îslamiyan ên di 9’ê Gulana 2010’an de li girtîgeha Êvîn a Tehranê hatibûn darvekirin, îro li Stockholmê Kurdistaniyan çalakiyek lidar xistin.

Çalakiya ku bi pêşengiya Komîteya Jinên Rojhilatê Kurdistanê Ronak û PJAK-Ewrûpa pêk hat, saet 13:00’an li meydana Sergels Torget a li navenda bajarê Stockholmê destpêkir. Beriya çalakî destpê bike, komek ji hunermendên Pakistanî bi pêşkêşkirina stranên xwe piştgirî dan çalakgeran û têkoşîna gelê Kurd silav kirin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên rêya azadiya Kurdistanê destpêkir.

Di çalakiyê de li rex alên PJAK û KJAR’ê gelek wêneyên her 4 têkoşerên Kurd hatibûn hilanîn, her wiha dovîzên ku li ser wan têkildarê kiryarên hovane û dijmirovî yên Îran’ê hatibûn nivîsîn hatin hilgirtin.

Li wir li ser navê KJAR’ê daxuyaniyek hate xwendin û hate gotin: “Dewleta Îranê her cara ku li hember têkoşer û şoreşgeran dema dikeve tengasiyan, serî li şêwazên hovane yên weke sêdare û êşkenceyê dide. Bi vî awayî dixwaze tirs û xofê bixe nava gel.”

Her wiha bal hate kişandin li ser rewşa Zeyneb Celaliyan û wiha hate ziman: “Îro Zeyneb Celaliyan rêhevala wan hevalên îdam kirî ye, yekemîn jine ku cezayê girtîgehê ya heta hetayî jê re hatiye birîn û ji hemû mafên mirovî bêpar hatiye hiştin. Em bi her awayî berxwedaniya Zeyneb Celaliyan silav dikin.”

Di berdewama çalakiyê de Berdevka Yekîtiya Jinên Kurd li Îskandînavyayê (YJK-Swêd) Ayşe Dîdar axaftinek kir. Ayşe diyar kir: “Ev hevalên ku hûn dibînin, her yek semboleke berxwedanî û pêşengiyê ne ku ji hêla dewleta hov a Îranê, bi rexmî tevayî nerazîbûnên navnetewî jî hatin îdam kirin. Îran îro jî heman rê û rêbazan diceribîne. Êdî em dibêjin tenê şermezarkirin têrê nake. Lazime cîhan bi awayeke zelal li hember wan kiryarên Îran bibe xwedî helwesteke diyarker. Ji ber ku îro jî bi hezaran ciwan di girtîgehên Îranê de berxwedanî dikin. Şîrîn Elemhulî weke jineke Kurd bû sembola jinan li her derê. Emê şopdarê riya wan şehîdan bin û emê wan ji bîr nekin.”

Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên, “Îranê faşîst, Îranê xwînxwar” û “Bimre rejîma teror û îslam a Îranê” bidawî bû.