BI DÎMEN

Li Ewropayê 'Nobeda Azadiyê' hat silavkirin, bêhiqûqiya li Îmraliyê hat şermezarkirin

Kurdistanî û dostên wan li gelek bajarên Ewropayê ji bo dawî li tecrîd, êşkence û bêhiqûqiya 25 salan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêanîn daketin qadan û Nobeda Azadiyê ya ji 25'ê Hezîrana 2012'an ve li Strasboûrgê tê lidarxistin silav kirin.

12 SALIYA NOBETA AZADIYÊ

Li gelek navendên Ewropayê bi boneya 12’emîn salvegera çalakiya nobeta li Strasboûrgê a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin meş, mîtîng û daxuyaniyên girseyî hatin lidarxistin.

DUSSELDORF

Bi pêşengiya Înîsiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî ku ji 25’ê Hezîrana 2012’an û vir ve li Strasboûrgê bê navber didomine, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Dusseldorfê meşek girseyî hat lidarxistin û ji bo bidawîkirina tecrîdê daxuyanî hat dayîn.

Di meşa ku ji aliyê FED-MED'ê ve hat organîzekirin, bi sedan Kurdistanî û dostên wan amade bûn. Girse li ber stasyona trenê ya navendî li hev civiya û deqeyek rêz girt. Girseyê pankartên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin û bênavber dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe" û "Ji Abdullah Ocalan re azadî" berz kirin.

Hevserokê FED-MED’ê Ehmed Kobanê li vir axivî û nobeta Azadiyê ya ku 12 sal berê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin bi bîr xist û got, "Rêber Apo di 15’ê Sibata 1999’an bi komploya hêzên navneteweyî bi awayekî korsanwarî hat revandin û dîl hatiye girtin. Hêzên navneteweyî xwestin di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd ceza bikin. Dixwestin peymana Lozanê careke din dubare bikin.  Çawa ku li Lozanê mafên gelê Kurd înkar kirin, bêwelat û bênasname hiştin û welatê me kirin çar parçe, dîsa jî xwestin vê bikin. Ji ber ku dixwestin di şexsê Rêber Apo de têkoşîna azadiyê ya Tevgera Azadiya Kurd a gelê Kurdistanê û gelê Mezopotamyayê asteng bikin û hêviyên wan tine bikin. Ev çalakiya 25’ê Hezîrana 2012’an li Strasboûrgê ji bo balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêber Apo destpê kir û heta îro didome. Li cîhanê ti çalakî 12 salan berdewam nekiriye. Gelê me 12 sal in li ber DMME û hemû saziyên din ên Yekîtiya Ewropayê 24 saetan nobetê digire.”

Kobanê nerazîbûn nîşanî qedexekirina çalakiya gelê Kurd a li bajarê Strasboûrgê, da û destnîşan kir ku ev hêzên navneteweyî ji sîstema tecrîda li ser Abdullah Ocalan berpirsyar in.

Kobanê bi bîr xist ku zêdeyî 3 sal in ti agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û bang li hemû saziyên navneteweyî yên têkildar û bi taybet CPT’ê kir ku der barê Îmraliyê de bi lezgîn bikevin nava liv û tevgerê. Kobanê peyama "Heta ku Rêber Apo azad bibe em ê çalakiyên xwe bidomînin" da.

Piştî axaftinê girse bi dirûşmeyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan meşiyan.

FRANKFÛRT

Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya Abdullah Ocalan li Willy-Brand Platzê ya Frankfûrt ê Elmanyayê mîtîngek hat lidarxistin.

Di mîtînga ku ji aliyê FCDK-Kawa û Yekîtiya Jinên Kurd a Hessenê ve hat organîzekirin de pankart û alên "Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî" hatin hilgirtin.

Di mîtîngê de li ser navê FCDK-Kawa axaftinek hat kirin. Hat gotin ku Abdullah Ocalan 25 sal in di bin êşkenceyên giran de ye, Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) pirsî, “Eger bi rastî saziyek wiha heye, çima raporên ji sala 2019'an ve yên li ser Îmraliyê amade kiriye eşkere nake?" Hat diyarkirin ku ev bûye parçeyek ji polîtîkayên tecrîdê yên dewletê. Di axaftinê de wiha hat gotin: “Heta Rêber Apo azadiya xwe ya fizîkî bi dest bixe, em ê bi gelê xwe û dostên xwe re têkoşîna xwe berfirehtir bikin.”

Piştî axaftinê daxuyaniya Konfederasyona Civakên Kurdistanî li Elmanyayê (KON-MED) hate xwendin.

Çalakî piştî berzkirina dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.

VIYANA

Li bajarên Viyana, Graz, Lînz û Înnsbruck ên Awûstûryayê di bin koordînasyona Civaka Azad a Awûstûryayê de çalakî hatin lidarxistin.

"Nobeta Azadiyê" ku ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê lidarxistin, çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê tên li darxistin hat silavkirin. Bang li saziyên Ewropayê hat kirin ku li hemberî vê çalakiya ku 12 sal in dewam dike bi hestiyar tevbigerin.

Bang hat kirin ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nebin alîgirê sûcê ku li gelê Kurd hatiye kirin û ji bo çareseriyê bi lezgînî bikevin nava tevgerê.

Di çalakiyê de timî dirûşmên "Bijî Serok Apo û bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.

Di çalakiya ku li Viyanayê li ber parlamentoya welêt hat lidarxistin de, girseyê pankarta bi zimanê Elmanûî “Tecrîdê bişkîne, faşîzmê hilweşe, Rêber Apo azad bike" hilgirtin û dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kirin.

HEÎLBRONN

Li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê bi organîzasyona FED-GEL mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtînga li Kilianplatzê hat lidarxistin de pankartên ku balê dikişînin ser azadiya Abdullah Ocalan û berxwedana girtiyên di zindanên Tirkiye û Kurdistanê de hatin hilgirtin.

Li ser navê FED-GEL’ê Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stûttgartê Mesût Daghan axivî.

Daghan kesên di şewata li Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî, ji malbatên wan re sersaxî xwest û got, "Em ê bi hev re êş û birînên xwe derman bikin."

Daghan anî ziman ku zêdetirî 3 sal in agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û hemû hêzên ku pergala tecrîdê ava kirine, lanet kir. Daghan got, "Em bang li gelê xwe dikin ku dengê xwe bilind bikin û li dora Rêber Apo bibin yek."

Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo” û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.