Milîsên HBDH’ê li Mûglayê du wesayît dan ber agir

Milîsên Şervan Botan (Şervan Erdemcî) yên HBDH’ê ragihand ku wan li dijî êrîşên dagirkeriyê li Mûglayê du wesayît dan ber agir.

MILÎSÊN HBDH’Ê

Milîsên Şervan Botan ên HBDH’ê ragihand ku 19’ê Hezîranê li dijî operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakurê Kurdistanê, li Mûglayê du çalakiyên cuda lidar xistin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li guzergeha Yenîdogan a Yalikavak ku weke herêma otêlan tê zanîn, wesayîta ayîdê “faşîstekî” hate hedefgirtin û wiha hate gotin: “Wesayîta hatî diyarkirin bi rêbaza taybet hate şewitandin.”

Milîsên HBDH’ê diyar kirin ku heman rojê ber bi siharê ve di derdora saet 04.00’an de li Marmarîsê wesayîta luks dan ber agir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “Di her du çalakiyan de jî wesayît bûn xwelî û milîsên me bi ewle gihiştin qadên xwe.”

Milîsên HBDH’ê ev hişyarî dan: “Hingî ku operasyona leşkerî li Bakur bidome, her qad û kesê ku piştgiriyê dide ekonomiya şer a faşîzmê, di hedefa milîsên me ne!”