BI DÎMEN

Li Lûzern û Locarno zêdeyî hezar name ji CPT’yê re hatin şandin

Li bajarên Lûzern û Locarno yên Swîsreyê li dijî tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdeyî hezar name ji CPT’yê re hatin şandin.

Jinên Kurd ên li bajarên Lûzern û Locarno yên Swîsreyê kampanyaya şandina nameyan a ji CPT'ê re ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ve hatiye destpêkirin, domandin.

LÛZERN

Jinan li Lûzernê li ser banga Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan li pêşiya postaxaneya bajêr li hev civiyan, endamên Navenda Civaka Kurd jî piştgirî dan.

Li ser navê Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan Nûrşen Nergîs bal kişand ser şert û mercên giran ên tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Nûrşen Nergîs got: “Rakirina pergala êşkence û tecrîda Îmraiyê di berpisyariya CPT’yê de ye. CPT neçar e bibe bersiva daxwazên me.”

Nergîs bal kişand ser pêngava ku dostên gelê Kurd daye destpêkirin û got: “Di çarçoveya pêngavê de bi sedan name ji CPT’yê re dişînin.”

Piştî axaftinan 940 nameyên ku hatin îmzekirin, ji CPT’yê re hatin şandin.

LOCARNO

Jinan bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Adbullah Ocalan li bajarê Locarno ya Kantona Tîcîno name ji CPT’yê re şadnin.

Însiyatîfa Jinên Azad a Tîcîno di çarçoveya kampanyayê de 168 name avêtin postayê.

Berdevka Însiyatîfa Jinên Azad a Tîcîno Fatma Yilmaz diyar kir ku CPT êdî divê li hemberî tecrîd û bêhiqûqiyê bêdeng nemîne û wiha got: “Dewleta Tirk a qirker û faşîst di şexsê Rêbertiya me de li dijî gelê Kurd polîtîkayên înkar û îmhayê dimeşîne. CPT ku li hemberî polîtîkayên êşkence û îmhayê bêdeng dimîne, divê tavile erka xwe bi cih bîne û hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re jinûve destpê bike. Em jinên Kurd ên li Tîcînoyê bang li CPT dikin ku erka xwe bi cih bîne û nebe şirîkê sûcên dewleta Tirk a faşîst.”