Li Sûriyeyê dagirkeriya dewleta Tirk çavkaniya pirsgirêkan e

Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetirî 10 salan e ku xwe bi rê ve dibe. Hem jî bi awayekî demokratîk ku li Rojhilata Navîn mînakeke wê tune ye.

Tirkiye gef û erîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Ev êrîş dibin sedema zirar û felaketên mezin. Li herêmên weke Efrînê qirkirinê pêk tîne û rasterast hebûna gelê Kurd hedef digire. Ji bo ku vê yekê mayînde bike û ji bo ku niştecihên herêmê venegerin ser xaka xwe jî dest dide ser hebûnên wan. Kesên ku ji wir de û wê de anîne li ser xaka Kurdan bi cih dike, hebûnên aîdî wan tên talankirin û milkên niştecihên resen dewrî kesên biyanî dike. Bi êrîşên domdar jî zextê li herêmên ku nekariye dagir bike, dike û zeviyan dide ber agir û zirarên mezin dide herêmê. Di encamê de gel bi birçîbûnê re rû bi rû tê hiştin û neçarî koçkirinê tê kirin.

Her wiha Tirkiye li Başûrê Kurdistanê jî heman tiştî dike. Li qadeke berfireh baregehên leşkerî ava kirine. Ji bo avakirina wan baregehan jî êrîşên dijwar ên hewayî û bejayî pêk tîne. Bi sedan gund hatine valakirin. Ji ber ku qadên daristanî û erd her tim tên bombebarankirin, şewat derdikevin û ew şewat zirareke mezin dide xweza û rûberka riwekî.  Dar tên birîn û daristan tên tunekirin. Di salên 1990’î de li Bakurê Kurdistanê nêzî çar hezar gund û gundik hatin valakirin û şewitandin. Her wiha bi milyonan kes neçar man ku xaka xwe biterikînin. Dewleta Tirk dixwaze ku li dijî gelê Kurd qirkirinê pêk bîne û tune bike. girêdayî vê armanca xwe jî ev sed sal in hebûna çandî hedef digire û bişaftinê weke polîtîkayeke xwe ya domdar dimeşîne.

Dewleta Tirk dixwaze ku hemû cîhan li dijî gelê Kurd derbikeve. Desthilatdariya Erdogan seferber bûye ji Çînê bigire heya Rûsya, DYE, Ewropa, Rojhilata Navîn û hemû hêz dewletan bike parçeyeke qirkirina ku dixwaze li ser gelê Kurd pêk bîne. Bi taybetî jî dixwaze bi Îran û Iraqê re operasyonên hevpar pêk bîne. Niha jî dixwaze Rêveberiya Sûriyeyê ya ku beşeke wê dagir kiriye, li vê yekê zêde bike. Piştî ku Rêveberiya Xweser qala hilbijartinên xwecihî kir, êrîş û gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê zêde bûn. Dibêje ku Sûriye nikare ji van hilbijartinan re bibe asteng, wê demê ez bibin asteng.

Dewleta Tirk hemû gef û êrîşên xwe bi PKK’ê ve girê dide. Ji ber tu sedem û argûmaneke wan nemaye. Pir eşkere ye ku pirsgirêk ne PKK ye, hebûna gelê Kurd e. Lê belê dijmintiya gelê Kurd wê di qada navneteweyî de karê wan zehmettir bike. Ji bo ku raya giştî ya hundir û derve manûpûle bike û sûcê qirkirinê veşêre, teror û PKK’ê dike hincet. Pirsa Kurd bi destê PKK’ê nehat derxistin. Pirsa Kurd ji ber polîtîkayên dewleta Tirk yên înkar û tunekirinê derketiye holê. Beriya avabûna PKK’ê jî dewleta Tirk hebûna gelê Kurd înkar dikir, li dijî gelê Kurd qetlîam pêk dianî û ew sirgûn dikirin. PKK ji bo dawîyê li van bîne û hebûna gelê Kurd biparêze hate avakirin. Niha jî dixwaze van polîtîka û kiryarên xwe yên qirêj di bin navê têkoşîna li dijî PKK’ê de mafdar nîşan bide û rewa bike.

Dibêjin: ‘’ Em bi tu awayî rê nadin ku li sînorên me yên li başûr hilbijartinek pêk were û terorîstanek were avakirin. Hilbijartin filan tune ye, rewakirina rêxistina terorî heye.’’ Bi propagandaya wê Tirkiye were dabeşkirin, hewl dide ku gelê Tirk bêhiş bike û wan bike perçeyeke polîtîkayên xwe yên şerî. Li Tirkiyeyê jî hemû derdor çi rastgir bin û çi jî çepgir bin kirine parêzvanên vê polîtîkaya  qirêj û înkarê. Propagandayên ku ev sed sal in tên meşandin û feraseta qirêj ya yek milet û yek dewlet hê jî hebûna diparêze. Ev yek tim berê dewleta Tirk dide bela û pevçûnan. Çavkaniyên aborî û lêgerînên demokratîkbûnê yên welat tên tunekirin.

Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetirî 10 salan e ku xwe bi rê ve dibe. Hem jî bi awayekî demokratîk ku li Rojhilata Navîn mînakeke wê tune ye. Piştevaniya vê yekê di çarçoveya berjewendiyên gelan de ye yan zirardayîn? Hilbijartin çima weke terorê were binavkirin? Li seranserê cîhanê tiştekî bi vî rengî tune ye. Lê belê zîhniyeta qirêj ya ku diwaze gelê Kurd tune bike, vê yekê jî weke sedema êrîş û şerî li gelê Kurd û gelên herêmê ferz dike. Zorê li DYE û hêzên din dike ku li dijî vê yekê helwestekê nîşan bidin. Erdogan ji bo pêşîlêgirtina vê yekê wezîrê xwe yê karên derve dişîne li cem Pûtîn. Lê belê ger li herêmê hilbijartin xwecihî pêk werin, ne Tirkiye xira dibe ne jî Sûriye. Berovajî wê, wê normalbûna herêmê zêdetir bibe. Wê vebijarkên demokratîk zêdetir bibin, ji bo çareseriya pirsgirêkan diyalog pêk werin û yekîtî were avakirin.

Gelê Kurd û gelên bi hev re dijîn pêşeroja xwe li derveyî Sûriyeyê nabînin. Lêgerîneke wan ya bi vî rengî tune ye. Ji bilî parastina herêmên xwe yên ku ji DAÎŞ’ê rizgar kirine û xwerêvebirinê tu derdê wan tune ne. Berovajî wê ji bo çareseriya pirsgirêkan hewl didin ku bi Hikûmeta Şamê re hevdîtinan pêk bînin. Ya ku vê çareseriyê sabote dike û li dijî artêşa Sûriyeyê SMO û hikûmeta Sûriyeyê ya demkî ava kiriye û fînansmana wan dike jî Tirkiye bi xwe ye. Tirkiyeya ku bi awayê fiîlî Sûriye dabeş û dagir kiriye, hê jî hewl dide ku zirarên mezin bide aştî û çareseriyê.

Çavkanî: Rojnameya Ronahî