BI DÎMEN

Ji bo Ecevît Pîroglû li Stûttgartê çalakî hat lidarxistin

Yekîtiya Hêzê ya Stûttgartê ji bo Ecevît Pîroglû yê ku li ser daxwaza dewleta Tirk a li Sirbistanê hat girtin û di greva birçîbûnê de ye çalakî li dar xist.

Vê Sêşemê saet di 11.00’an de ji bo serbestberdana Ecevît Pîroglû li ber Konsolosxaneya Sirbîstanê mîtîngek hate lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan jî di nav de bi dehan kes beşdarî mîtîngê bûn.

Meşvanan gelek caran dirûşmên "Ji Pîroglû re azadî" berz kirin û wêneyên Ecevît Pîroglû hilgirtin. 

Her wiha pankarta mezin a ji bo azadiya Ecevît Pîroglû hat vekirin. Di dawiya mîtîngê de jinan çelenga reş danî ber konsolosxaneyê.

Ecevît Pîroglû li Sirbistanê girtî ye û her kêliyê di bin xetereya dersînorkirinê de ye. Di encama têkoşîn û îtîrazên demdirêj de Dadgeha Bilind a Sirbistanê biryar da ku Ecevît Pîroglû radestî Tirkiyeyê neyê kirin û divê bê berdan. Piştî serbestberdana wî di 12’ê Çileya 2024’an de, dîsa ji hêla polîsên Sirbî ve hat binçavkirin û li navenda binçavkirinê ya Padinska Skelayê tê ragirtin. Ev sazî wekî navenda dersînorkirinê dixebite. 

Ecevît Pîroglû ji bo şermezarkirina vê rewşê di 12'ê Sibatê de dest bi greva birçîbûnê kiribû. Di vê demê de wî gelek kîlo winda kir. Li gorî daxuyaniya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB), Pîroglû êdî nikare bimeşe û nikare pêdiviyên xwe yên bingehîn pêk bîne. Gelek organên wî di bin xetereya têkçûnê de ne.