60 salî ye, ji Sînopê ye, Arnavût û Apoyî ye

Ji Sînopê, Arnavût û Apoyî. Neviyê dapîreke ku beriya Şerê Cîhanê yê 1’emîn gerîlatî kiriye, kurê karkerekî madenê yê di hilweşîna madenê de jiyana xwe ji dest da…

MAMÊ KARKER

Mamê Karker komek ax xiste destê xwe û mîna ku li paşeroja hemû mirovahiyê binêre, li wê axê dinêrî… Dema ku ax ji nav tiliyên wî dirêjiya erdê, qala xaka Mezopotamayê dikir û wiha digot: “Binêre keça min, ev xak hemû neolotîk e.” Ew ji ber ku karkerê vê xakê û Tevgera Azadiya Kurd bû, nasnavê Karker li xwe kiribû. Ji ber ku temenê karkerî, partîzantî û şervantiyê jî nîne, bi serbilindî digot, ‘Ez tevlî YPG’ê bûme’. Li hewşa ku bi destê xwe ava kirî bermahiyên şer lê hene, Karker Heval xwedî hebûneke dijber bû ku mîna pêlîstokên li binê topa hewanê hatî bicihkirin e. Di temenê 60 saliyê de ye, ji Sînopê ye, Arnavût û Apoyî ye. Neviyê dapîreke ku beriya Şerê Cîhanê yê Yekemîn gerîlatî kiriye, kurê karkerekî madenê ye ku di hilweşîna madenê de jiyana xwe ji dest da…

Di 15’ê Îlona 2014’an de dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kirin, Rêbertî; di serî de gelê Kurd banga seferberiyê li hemû mirovahiyê kir. Ew jî bi vê banga Rêbertî re hatibû Pirsûsê. Bi dilsoziya bi gotina Rêbertî ya ‘Dîrok di kêliyê de tê jiyîn’ re, bû dîrok bi xwe. Ji bo ku bibe şahid û parçeyê berxwedanê, îradeya xwe bi îradeya partiyê re kir yek û biryar da ku tevlî bibe.

Karker Heval xwe weke mêhvanê Rêbertî û karkerê Tevgera Azadiya Kurd feda kir. Lewma hewl da ku kêliyeke xwe jî vale derbas neke. Domandina şopa şer û avakirina bîreke şer jî şervantî ye, biryar da ku muzeyeke şer ava bike. Bombe, topên hewanê, mayin û hwd enqazên ku ji şer mane wê li cihekê kom kiriban û muzeya şer ava kiriba.

Hewşeke ku bermahiyên şer lê hatine komkirin… Pêlîstokên li binê topên hewanê hatine bicihkirin, gulên çêkerî, maketên bedena mirov, pêlîstokên ku nîva serê wan jê bûne lê jî dîsa jî dikenin, şînkahiyên ku di tenekên rûn û tencereyan de hewl didin jiyana xwe bidomînin, roketan, topên hewanan, mayinan, rûpelekî rojnameyê yê ji wêneyê Rêbertî û Arîn Mîrkan ku nîvê wê çiriyayî bû û hîna bi dehan bîranînên şer. Karker Heval ji van hemûyan cîhaneke bi reng û rast ava kiribû. Eger dîrok di kêliyê de tê jiyîn, wî jî ji dîroka şer bîranîn kom dikirin. Qet nefikîribû ku wê ji ahşaba ku îskeleta wê çêkirî, muzeyê neqedîne. Hîna gelek kar hebû ku bike, gelek bîranîn hebûn ku kom bike, gelek rastî hebûn, lê şehîd bû.

Duh salvegera 9’emîn a şehadeta Rifat Horoz yanî Karker Heval bû. Di şeva 25’ê Hezîrana 2015’an de di encama êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Kobanê de, zêdeyî 250 kes hatin qetilkirin. Di nav van kesan de Karker Heval jî hebû. Bi dilsoziyeke mezin xak xistibû destê xwe, niha jî di bin wê xaka ku hem şervan hem jî karkerê wê bû de, dirazê.