Ji pîvanên jin a azad tawîz nedida

Şervana wêrek a gelê Kurd Eser Warşîn bi sekna xwe ya ku tawîz ji pîvanên jin a azad nedida û bi kesayetiya xwe ya berxwedêr û têkoşer wê bê bîranîn.

ŞEHÎD ESER WARŞÎN

Dewleta Tirk bi rengekî plankirî û bi rêk û pêk her cûre asîmîlasyon, qirkirina çandî, siyasî, civakî û fîzîkî li ser gelê Kurdistanê rewa dibîne. Ji ber vê polîtîkaya dewletê bi milyonan mirovî koçî Stenbol, Îzmîr, Enqere û bajarên din ên Tirkiyeyê kirin. Hewl dida gelê Kurd ji çand, ziman, nasname, rastiya xwe û xwezaya xwe dûr bixîne û vê yekê jî dewam dike. Yek ji malbatê ku li van kiryaran rast hat malbata gerîlaya YJA Starê Eser Warşîn (Dîlan Dûrak) bû. Ji ber vê yekê neçar ma ji Erdexanê koçî Stenbolê bike.

Eser ji ber vê tundiya bêsînor li warekî ne yê xwe ji dayik bû. Eser Warşîn ji malbateke Golanê ya Erdexanê li Stenbolê ji dayik bû. Li cihê ku lê ji dayik bû û mezin bû zimanê wê yê dayikê nedihate naskirin, çand, huner, kincê Kurdîtiyê, nirxên Kurdîtiyê ne dihatin qebûlkirin. Armanca dewleta Tirk jî ev bû; polîtîkayên nijadperestî û asîmîlasyonê li nava mirovan belav bike û mirovan li rastiya xwe ya sexte mehkûm bike. Ji ber vê yekê jî Eser Warşîn neçar ma dûrî cewhera xwe mezin bibe. Di dema xwendinê de tevgerên şoreşgerî nas kir û haya xwe ji rastiya Kurd û Kurdistanê çêbû. Pirsên 'Ez kîm e û çi karê min li vir heye' li xwe kir. Ev pirs çirûskên destpêkê yên şewateke mezin bû. Bi van pirsan nakokî û meraqeke mezin destpê kir. Eger Kurd be û ji Kurdistanê hatibe hingî çima ewqasî ji vê rastiyê ji cewhera xwe dûr hatiye xistin? Çima ne li Kurdistanê ye. Gelo cografya Serhedê cihekî çawa ye? Gundê wê çawa ye, çima hate talankirin?

HETA KU BERSIV JI PIRSAN RE DÎT

Eser heta ku bersivê ji van pirsan re bibîne nesekinî. Lê belê dîtina bersivan jî demeke dirêj dewam nekir. Eser ku di dema xwendinê de tevgerên şoreşgerî nas kir ji komek ji ciwanên Kurd paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bihîst. Vê carê da pey pirsên hîn mezin û girîng. Rêber Apo kî ye, hêzeke çawa ye, xwedî fikrekî çawa ye? Dest bi pirsîna van pirsan kir. Hêza wî aqlî ji ku tê ku li ber mejiyê hezar salî radibe? Meraqa wê vê carê hîn mezin û kûr bû. Fêhm kir ku nikare di nava civakê û sîstemê de bersiva van pirsan peyda bike. Pê hesiya ku dibistanên ev fikir lê tê nîqaşkirin li çiyayên Kurdistanê ye. Li ser vê yekê biryar da û got, 'Di vê dibistanê de ez ê bi fikrê Rêber Apo bibim xizmetkareke doza welatê xwe' û sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû.

SEKNA SARA JI XWE RE KIR ESAS

Dîlan êdî li çiyayên Kurdistanê ji nû ve bi ser xwe ve dihat, hemû detayên her qadeke jiyanê ji bo wê dihate wateyeke nû. Ji ber vê jî di nava gerîla de navê Eser Warşîn li xwe kir. Dema tevlîbûna Eser Warşîn li nava refên têkoşînê li salvegera şehadeta yek ji pêşengên tevgera jinê Sara (Sakîne Cansiz) rast hat. Sekna serhildêr û berxwedêr a Sara gelekî bandor li Eser Warşîn kiribû û xeta têkoşînê ya Sara ji xwe re kir esas. Bi armanceke mezin ber bi rêwîtiya şoreşê ve gav avêt. Li Garê piştî perwerdeya şervanên nû wergirt demekê li nava yekîneyên leşkerî ma. Jİ Garê heta Metîna û Qendîlê Eser Warşîn li gelek qadan ma, tevlî gelek perwerdeyên leşkerî bû û di rêbaza şer û taktîkên gerîla de bû pispor.

BÛ MERTALEK JI POLA

Pê zanîbû ku bicihanîna armancên xwe hêsan nîne. Ji ber vê jî li gel perwerdeya leşkerî di bin sîwana akademiyên îdeolojîk de beşdarî perwerdeya paradîgmayê bû. Firsendên pêşkêşî wê hatin kirin bi baldarî û hesas nirxand, li dijî êrişên dagirkeran bû mertalek ji pola. Şervana jiyana azad Eser bû pêşengeke mezin û bi bandor a di nava têkoşînê de.

FEDAKARIYA DI DIL Û MEJÎ DE

Piştî pêvajoyeke zehmet berê xwe da Dersimê, warê çalakiya fedaî ya Zîlan. Ji bedewî û serhildêriya Dêrsimê wê gelek tişt hîn bibûya. Eser kuk timî bi hevrêyên xwe re tevdigeriya û têkoşîna şehîdan ji xwe re kir bingeh, rêwîtiya xwe ya ber bi heqîqetê ve bi vî rengî kurteber dikir: "Bi tevlîbûna xwe ez ê ispat bikim ku armancên hevrêyên xwe yên bedew pêk bînim û bibim hevrêya wan. Îro li Kurdistanê bi têkoşîna jinê ya Kurd her tişt diguhere, tevlîbûna hevrêyên jin ên ku jiyana sîstemê red dikin asta me nîşan dide. Ji ber vê jî ji bo hêjayî hevrêyên xwe bibim ez ê têkoşîna xwe bigihînim asta herî bilind. Me felsefeya fedakariyê danîn ber xwe. Fedakarî ne tenê di pratîkê de ye, di fikir û mejî de pêk tê. Ji bo xwegihandina vê astê min gelek caran li xwe pirsî û hewldanên min hîn jî dewam dikin."

MÎNA NAVÊ XWE ESER A NEMIR

Yek ji şervanên wêrek ên gelê Kurd gerîla Eser Warşîn û hevrêya wê Edessa Cejna di 14'ê Cotmeha 2023'an de ji bo têkbirina êrişên dewleta Tirk heta kêliya dawî li ber xwe da û şehîd bû. Bi sekna xwe ya ku tawîz ji pîvanên jin a azad nedida, bi kesayetiya xwe ya berxwedêr wê timî bê bîranîn. Mîrateke ji têkoşîn û berxwedanê ji hezaran hevrêyên xwe re hişt. Bi hezaran hevrêyên wê li ser vê mîrateyê dimeşin û mohra xwe datînin binê serketinan.