Cenazeyên 2 gerîlayên li Elkê şehîd bûn hate veşartin

Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Sefer Temel û Yilmaz Sala yên li Elkê di şerê hefteya derbasbûyî de şehîd bûn li warê wan hate veşartin.

Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Sefer Temel (Rustem Çekdar Kato) û Yilmaz Sala (Kamûran Gever) ên ji aliyê malbatên wan ve hatin teşhîs kirin, doh teslîm hatin girtin. Malbatan cenaze ji bo definkirinê birin bajarên xwe.

Malbata Temel ku cenazeyê lawê xwe wergirt bir gundê Setkar ê navçeya Elkê ya Şirnexê. Bi tevlibûna rêveberên MEBYA-DER’ê û gelek kesan cenazeyê Temel li goristana gund hate definkirin. Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Yilmaz Sala jî piştî ku teslîm hat girtin ji bo definkirinê birin gundê Hêrmiyê yê navçeya Gever a Colemêrgê. Li vir piştî wecibeyên olî cenaze hate definkirin.

Li aliyê din hate diyarkirin ku cenazeyê endamê HPG'ê Basrî Cîn (Brûsk Kato) ji aliyê malbatê ve hatiye teşhîskirin. Cenazeyê Cîn wê îro ji aliyê malbata wî ve teslîm bê girtin û li navçeya Silopiya ya Şirnexê were veşartin.

Her wiha cenazeyê HPG'iyê ku di heman şerî de jiyana xwe ji dest da jî ji bo tespîtkirina nasnameyê li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên sekinandin.