Şehîd Bengî Dîren li Brukselê hate bîranîn
Li paytexta Belçîka Brukselê, Meclîsa Jinê ya Bêrîtan ji bo bîranîna Bengî Dîren (Ayla Orak) ku 10'ê Tebaxa 2013'an li Minbicê şehîd bû, civînek lidar xist.
Li paytexta Belçîka Brukselê, Meclîsa Jinê ya Bêrîtan ji bo bîranîna Bengî Dîren (Ayla Orak) ku 10'ê Tebaxa 2013'an li Minbicê şehîd bû, civînek lidar xist.
Civîna bîranînê li Navenda Civaka Kurd pêk hat û Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal jî lê axivî.
Kartal got, "Şehîd Bengî hevrêyek bû ku jiyana xwe diyarî vê têkoşînê, diyarî azadiya gelê Kurd û jinê kir. Divê her kes zanibe, meşandina vê têkoşînê hêsan nîne. Ev têkoşîn têkoşîna hezkirin û kedê ye. Ji bo xwedî li têkoşîna şehîdên xwe derkevin, divê em li dora têkoşînê bicivin. Ev, yek ji wezîfeyên me yên girîng e."
Kazim Orak bavê Şehîd Bengî di civînê de peyivî û got, "Dema ku keça min biryar da tevlî nava partiyê bibe, tenê armanceke wê hebû; dîtina Rêbertî jiyana pê re û hînbûna felsefeya Rêbertî bû. Şehîd Bengî ti carî sîstema Ewropayê nepejirand. Xeyala wê ew bû ku li çiyayên azad şer bike û bibe milîtaneke bi kêrî gelê xwe tê. Bengî ne tenê keça min e, keça tevahiya gelê Kurd e."
Di civîna bîranînê de kekê Şehîd Bgenî Dîren Husam û bi navê Komîteya Malbatên Şehîdan Sûltan Ûgraş axivîn. Piştî axaftinan sînevîzyon hate nîşandan û civîn dûre qediya.