Şandeya OSCE bi Demîrtaş re rûnişt

Şandeya Çavdêr a Hilbijartinê ya Meclîsa Parlamentoyê ya Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê (OSCE) bi namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş re, li girtîgehê rûnişt.

Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê got, "Şandeya Çavdêr a Hilbijartinê ya OSCE'yê ku bi çarçoweya serdanên beriya hilbijartinê hatî Tirkiyê û daniye ber xwe ku bi hemû namzetên Serokkomariyê re rûne, îro bi Namzetê me yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş re li Girtîgeha Edîrneyê rûnişt."

OSCE bû şandeya pêşî ya biyan ku bi destûra Wezareta Dadê û Wezareta Karê Navxwe yê Tirk li Girtîgeha Edîrne bi Selahattîn Demîrtaş re rûniştî.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Rêzdar Demîrtaş binpêkirina mafan a dema girtîbûnê xwe û li ser partiya me û muxalefetê ji OSCE'yê re ragihandiye."