Îrmez: Divê her kes xwedî li pêvajoyê derkeve
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez diyar kir ku banga Rêber Apo ji bo aştî û demokrasiyê, girîng e û destnîşan kir ku divê her kes xwedî li vê pêvajoyê derkeve.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez diyar kir ku banga Rêber Apo ji bo aştî û demokrasiyê, girîng e û destnîşan kir ku divê her kes xwedî li vê pêvajoyê derkeve.
Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo, bi rêya şandeya Îmraliyê hate ragihandin. PKK’ê piştî bangê agirbest ragihand û diyar kir ku ew ê piştgiriyeke tam bide pêvajoyê. Vê yekê li Rojhilata Navîn û cîhanê deriyeke nû vekir. Gelê Kurd jî geşedanan ji nêz ve dişopîne. Gelê Kurd destnîşan dike ku ji qebûlkirina daxwazên wê heta zimanê dayikê, ji berdana girtiyên siyasî heta avakirina ewlehiya zagona bingehîn, divê gav bên avêtin û dixwaze ku her kes xwedî li banga aştiyê derkeve.
Têkildarî banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo, em bi Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez re axivîn.
Îrmez diyar kir ku hemû gelên Rojhilata Navîn dikarin bandorên banga dîrokî ya Rêber Apo bibînin û destnîşan kir ku ji bo afirandina aştî û demokratîkbûnê her qonaxê li gorî şert û mercan divê guherîn were esasgirtin.
Îrmez wiha got: “Di daxuyaniyê de têkildarî serdemê, me û gelan tespîtek heye. Ev manîfestoya ku em weke banga Sedsalê pênase dikin, perspektîfek nû bi hestê demê, atmosfera siyasî û polîtîk û pêvajoyê dide qezenckirin. Bê guman hêvî û daxwaza gelan a ji bo aştiyê, ji her demê bêhtir zindî ye. Ev zindîtî dibe sedem ku em jî bi hêvî bibin û muxatab bersiva bangê bidin.”
‘BANGA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK LI CÎHANÊ DENG VEDA’
Îrmez bilêv kir ku banga dîrokî li seranserî cîhanê deng veda û ev tişt anî ziman: “Banga dîrokî li cîhanê deng veda, ev bang xwedî qadeke berfireh e, ji daxuyaniyên hatine kirin jî em vê fêm dikin. Partiyên siyasî, rêxistinên girseya demokratîk, kesên têkoşîna azadiyê dimeşînin, akademîsyen, ramanger, rêxistinên ji asta neteweyî hîn jortir, ji çar parçeyên Kurdistanê rayedar û dewletan têkildarî pêvajoyê peyamên erênî dan.”
AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO
Îrmez destnîşan kir ku ji bo pêvajo erênî û bi tendurist pêş bikeve, divê demildest azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bibe û ev tişt got: “Destpêkê divê şert û mercên Birêz Ocalan bên guhertin. Helbet ne pêkan e ku di hucreyeke 12 metreyî de, têkildarî mijareke wiha girîng xebat bimeşîne. Têkildarî mafê hêviyê divê sererastkirinên qanûnî, demildest pêk werin. Meclîs ji bo pêşketina vê pêvajoyê divê înîsiyatîf û berpirsyarî bigire, ev bi eşkere li holê ye. Eger bernameyeke were diyarkirin û samîmiyet û bawerî were nîşandan, geşedan wê bi lez pêş bikevin û ev pêvajoya xweser wê nexşerêya xwe çêbike.”