Îraniyan ji ber qemçî, girtîgeh û cezayê darvekirinê baz dan

Ji Îranê yek jê nûçegihan du kes ji ber zext û zordariya li Îranê reviyan û îltîcayî Tirkiyê bûn.

Nûçegihan Areş Şoaş Erq û siyasetmedarê ku cezayê darvekirinê lê hatî birin, Alî Asker Korush Zamanî serî li Komeleya Mafê Mirovan a Wanê dan û gotin bi taybetî mafê jiyanê nadin Kurdan.

Erq ji bo ku gendeliyên li Îranê kirin nûçe cezayê 47 qemçîyan û 3 meh ceza lê hate birîn. Her wiha dest li ser mal û milk û têkiliyên aborî yên nûçegihan danîn.

Zamanî jî ji ber ku li dijî rejîmê muxaleftê dike 76 qemçî û piştre jî cezayê darvekirinê lê hate birîn.

 ‘LI ÎRANÊ AZADIYA DERBIRÎNA RAMANÊ NÎN E’

Nûçegihan Erq got li Îranê tiştên dermirovane tînin ser nûçegihanan û got: ‘’Li Îranê mafê azadiya çapemeniyê û derbirînê qet nîn e. Li welatê me rejîma dîktatoriyê ya giran heye. Em nikarin zilma li ser me ji raya giştî ya cîhanê re vebêjin. Li Îranê şertên herî xirab nûçegihan dijîn. Niha bi fermî 26 nûçegihan li girtîgehê ne.’’

 ‘EV 38 SAL IN ZILM LI SER ME HEYE’

Zamanî jî got ji ber ku alîkarî daye komên siyasî û ew li mala xwe kirine mêvan cezayê darvekirinê lê hatiye birîn û got: ‘Li Îranê cezayê darvekirinê bûye weke karê zarokan. Bi kêfî mirovan dar ve dikin. Li Îranê ji dema ku Dewleta Îslamê ava bûye û heta niha e 38 sal in em di bin zilmê de dijîn. Li welatê me qet mafê jiyanê nadin muxalîfan. Di serî de Kurd hemû kesên ku ne alîgirê rejîmê ne, li ser wan zexteke giran heye û êşkence li wan tê kirin. Em dixwazin dinya dengê me bibihîse.’’