Îranê li ser êrîşên Tirkiyeyê daxuyanî da

Wezîrê Parastinê yê Îranê Tuxgeneral Emîr Hatemî li Iraqê bi rayedarên Iraqî re rûnişt û li ser êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Bradostê de got, "Divê hurmet ji ewlehiya netewî ya hemû welatan re were nişandan."

Wezîrê Parastinê yê Îranî Tuxgeneral Emîr Hatemî duh ji bo hin danûstandinên fermî, beriya hilbijartinên Iraqê bi çend heftiyan çû Iraqê û duh bi Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqî Falih El Fayad re li Bexdayê rûnişt. Hatemî piştî rûniştinê derbarê êrîşên dagirker ên Tirk ên li ser herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê daxuyanî da, amaje bi êrîşên dagirker ên Tirk kir û got, "Biya min dive Iraq nebe qada dewletên herêmê ku lê hesêb bi hev re dibinin. Ji bo vê jî Komara Islamî ya Îranê operasyonên leşkerî napejirîne. Di serî de li serweriya netewî ya Îranê dive hurmet ji serweriya netewî ya hemû welatan re were nişandan."

BEREVANÎ Û JI NÛ VE AVAKIRIN

Hatemî, balkêş e ku beriya hilbijartinên Iraqê bi demeke kurt serdana Bexdayê kir. Tê gotin serdan bi mebesta berevaniyê û hevkariya ji nû ve avakirina Iraqê ye.

Di rûniştina rayedarên du dewletan de hate gotin hevkariyeke nû ya bi rengê avakirina Komîsyona Hevkariya Berevaniyê ya bi Astbilind hatiye gotûbêjkirin. Hatemî piştî rûniştinê axivî û got avakirina Komîsyona Hevkariya Berevaniyê ya bi hevkariya du welatan pir girîng e û got, "Îran, bi hevkariya berevaniyê bi welatê cîran re, hazir e ku bı Iraqiyan re Iraqê ji nû ve ava bike."