Îran û Tirkiye li pey planên nû ne
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed ji bo rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî nivîsî..
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed ji bo rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî nivîsî..
Di navbera Tirkiyeyê û çend dewletên herêmê de beriya bi demekê hin hevdîtinên dîplomatîk çêbûn. Rojeva wan Sûriye, Bakurê Sûriyê û PKK bû. Piştî hevdîtinan daxuyaniyên ji aliyan hatî li hev nedikirin. Lê diyar e ku di navbera Tirkiyê û Îranê de li ser Bakurê Sûriyê lihevkirinek çêbûye. Babeta Idlîb û Efrînê ji bo du welatan jî rojeveke germ e. Îran demeke din jî pêdivî bi komên Îslamî dibîne, Tirkiye jî hewceyî pê dibîne ku korîdora Idlîb û Ezazê veke. Tirkiye dixwaze li Sûriyê bi cih bibe û qada ku kontrol dike berfirehtir bike. Ji bo vê jî Ereban li dij Kurdan sor dike, hem ji hêla siyasî û hem ji hêla leşkerî ve dixwaze Til Rifatê li dijî YPG’ê rake. Bi vê çarçoweyê li ser Rûsan gelek zext kir û got, "An em bi hev re êrîşê bibin ser Til Rifatê yan jî ku hûn vê nekin em ê êrîşê bibin ser Efrînê."
Dîsa gotin heke wiha bibe Idlîb wê di bin kontrola Nûsra de be. Tirkiye beriya bi demekê digot projeya xeleka Şîa pir taloke ye û Kurd xizmetê ji vê projeyê re dikin. Bi vî rengî dixwest li ser eniya dijî DAIŞ’ê gumanan çêbike, desteke ji bo YPG’ê qut bike û li ser van xakan mayinde bibe. Dema ku Tirkiyê dît Rûsya bersivê nade her daxwaza wê vê carê jî li dijî Federasyona Bakurê Sûriyê xwe nêzî Îranê kir.
Îran li Sûriyê ne alîgirê guherîneke demokratîk e, ew hewl dide ku rejîm mayinde bibe. Ji xwe meşrûîyeta xwe li ser rejîma Sûriyê ava dikin. Li ser du hêzan hesabên wan ên mezin hene. Yek jê QSD û ya dî jî komên çekdar in ku li ser navê muxalefetê tevdigerin. Her kes dizane ku planên ku li dij QSD’ê têne danîn bi ziyana gelek hêz û dewletan bi encam dibe. Ji ber ku dijberiya li QSD’ê dibe sedema xurtbûna DAIŞ’ê. Kîjan welat destekê bide planeke wiha dibîne ku ew ê jê ziyanê bibîne.
Rejîm hatiye rewşeke wiha ku nikare biryareke rast bide. Ji her hêlê ve mudahele lê dibe. Jixwe ew ne xwedî projeyeke demokratîk e. Li herêmên ku ji kontrola wê derketin bi dizîka û bi azîneyên cihê lîstikan dilîze. Bi vî rengî li nav gelê xwecih xwe wiha nîşan dide ku ew ê vegere û dibêje, ‘me ev der dane wan, em ê dîsa bistînin.’’ Hin beşên ku neçar in jî ji vê bawer dikin û ditirsin, ‘’heke tiştek wiha bibe di cih de em ê bêne kuştin’’. Diyar e ku problema rejîmê ne tenê komên çekdar in. Lê problem mezin dibe û êdî ne pêkan e li çûyî veger çêbibe. Heke rejîm guherînê bide ber xwe belkî pêkan be ku krîz bi dawî bibe, ji bilî vê talokeya ku Sûrî parçe bibe heye û Tirkiye ji bo ku vê dibîne, ji bo ku ji Sûriyê dernekeve her roj planên nû dike.
Dibêjin muxalefet xwe ji bo pêvajoyeke muzakereyên nû hazir dike. Civîna wan a pêşî li Riyadê çêbû û bi ser neket. Wiha diyar e Tirkiye ji bo ku karîgeriya wê ya li ser muxalefetê bidome wê destûrê nede pêvajoya muzakereyê ya ji berê cudatir. Muxalefet ji bo ku bibe xwedî nasnameyê li ber wan tenê rêyek heye. Ev jî ew e ku ji bin bandora Tirkiyê qut bibin, li nav welêt vegerin û bi projeya Bakurê Sûriyê re tevbigerin. Ji bilî vê wê ti giraniya wan nebe. Tirkiye her ku diçe ji wan dûr dikeve û nêzî rejîmê dibe.
Nêzîkatiyên ku Kurdan weke ku dagirker bin nîşan didin bê mane ne. Niha her kes ji Kurdan bawer dike, ev ji bo Amerîka û ji bo Rûsya jî wiha ye. Ji ber ku Kurd li herêmê faktora guherîn û nûjeniyê ne, weke dînamîzmê û hêza motorê têne dîtin. Ev wiha ye jî. Her kes dibêje, "çima hûn li ser navê Sûriyê hemû diaxivin" lê her kes dizane ku ev ne rast e. Kurd jî weke her kesî dikarin li ser dahatuya Sûriyê projeyan diyar bikin û Kurd bi vê berpirsyariyê radibin.
Heke gelê Sûriyê wiha neke diyar e ku bobelateke mezin li pêş wan e. Rejîm vê nabîne. Tenê ji hêla xwe ve dinere. Tirkiye û Îran jî tam ketine pêşbaziyekê, bi hev diçin bê ka wê kî bide pêşiya kê lê di hin babetan de hevkariyê dikin.
Li ser sîstema federal a Sûriyê dibêjin, "ev babeta destûrê ye û divê gel biryarê bide". Rast e. Em jî dibêjin bi qanûna berê ev nabe û em dibêjin, "bi muzakereyên heqîqî guherîn hewce ye". Heke muzakere nebe her kes wê ji ber xwe tevbigere û hewl bide ku vê pêk bîne. Ev jî wê parçebûna Sûriyê hêsan bike.