Serokê Komîsyona Polîtîkaya Derve û Ewlekariya Neteweyî ya Meclîsa Îranê Alaaddîn Borûjerdî ku li Sûriyeyê ye, da xuyakirin ku wê beriya êrîşa hefteya bihurî ya Îsraîlê were dayin. Di êrîşa Îsraîlê de herî kêm 26 milîtanên Îranî li Sûriyeyê hatibûn kuştin. Borûjerdî diyar kir ku ev êrîş wê 'di dem û cihê xwe de' bê dayin.
Alaaddîn Borûjerdî wekî din ragihand ku dagirkeriya Tirk a li Sûriyeyê il dijî mafê serweriya welatekî endamê Neteweyên Yekbûyî ye û destnîşan kir ku ev yek tê wateya dagirkeriyê. Borûjerdî da xuyakirin ku ji bilî welatên bi daxwaza rejîma Sûriyeyê hatine, divê hemû hêzên biyanî vekişin û got, heman tişt ji bo DYA jî derbas dibe.
Rayedarê Îranî li ser hevkariya aborî ya bi Sûriyeyê re jî ragihand ku piştî serdana hin rayedaran wê gelek memorandûm bêne îmzekirin.