Însyatîfa Zarokên Agir li Enqere û Stenbolê çalakî kirin

Însyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li Enqere û Stenbolê rêze çalakî kirine. Însyatîfê destnîşan kir ku wê dagirker berdêla vê bidin.

Însyatîfa Zarokên Agir agahiyên li ser çalakiyên ku 6-7’ê Gulanê lidar xistîn parve kir. Însyatîfê ev agahî parve kirin:

6’Ê GULAN

“Li taxa Saray a navçeya Kahramankazan a Enqerê fabrîqeya boyaxê ji aliyê yekîneyên me ve hatiye şewitandin û bûye xwelî.

Li taxa Baglar a Bagcilar a Stenbolê jî avahiyeke 3 qatî ya cihê kar hatiye şewitandin. Ji ber şewatê ziyaneke mezin li petronên hevkarên dijminên Kurd bûne.

Li taxa Maltepe ya Zeytînbûrnû ya Stenbolê jî fabrîqeya amûrên elektirîkê ya 4 qat hatiye şewitandin, ji ber şewatê kargeh bêkêr bûye.

7’Ê GULANÊ

Li Etîler a Beşîktaş a Stenbolê jî navendeke ya kirîn û firotinê hatiye şewitandin. Ji ber şewatê navend bêkerê bûye. Ziyanên madî yên mezin gihiştin patronên hevkarên dijminên Kurdan.”

Herî dawî Însyatîfa Zarokên Agir ev peyam da: “Em ne nan, azadiyê dixwazin. We Kurdistan dagir kiriye û hûnê berdêla vê bidin.”