Înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistê sersaxî ji bo malbata Baran xwest
Înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistê bi peyamekê sersaxî ji malbata kedkarên înstîtûta xwe Riza Baran re xwest.
Înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistê bi peyamekê sersaxî ji malbata kedkarên înstîtûta xwe Riza Baran re xwest.
Înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistê bi peyamekê sersaxî ji malbata Riza Baran, gelê Kurd û heskiriyê wî re xwest.
Peyama înstîtûtê wiha ye: “Ji damezirenêr û kedkarên Înstîtûta me birêz Riza Baran koça xwe ya dawî kir.
Wek tê zanîn, Riza Baran ji pêncî salî zêdetir e, li derveyî welêt dijî. Wî temenê xwe di perwerdeya zarok û xizmeta mirovatiyê de derbas kir. Wî di damezirandina gelek sazî û komelan de cih girt û gelek xebatên bêhempa pêk anîn. Birêz Baran di damezirandina Înstîtûta me de jî cihê xwe girt û roleke pir girîn lîst. Li gel Parlamenteriya Meclîsa Eyaleta Berlînê, ew demeke dirêj di Sendikaya Perwerde û Zanist (GEW) de jî cih girt û xebatên giranbiha pêk anîn.
Riza Baran ji bo me wendayiyekî mezin e, lê wî di dilê me Kurdan de cihekî pir girîng vegirtiye û ew ti carê nayê jibîrkirin!
Em bibêjin bila serê gelê Kurd, malbata wî û hezkiriyên wî xweş bin.”