Însiyatîfa Zarokên Êgir febrîqeyek, du wesayit û yatek şewitandin
Însiyatîfa Zarokên Êgir ragihand ku li Denîzlî, Îzmîr û Antalyayê febrîqeyeke tekstîlê ya 'faşîstan', qadeke bazarê ya girtî, wesayiteke transît, kepçeyek û yatek şewitandine.
Însiyatîfa Zarokên Êgir ragihand ku li Denîzlî, Îzmîr û Antalyayê febrîqeyeke tekstîlê ya 'faşîstan', qadeke bazarê ya girtî, wesayiteke transît, kepçeyek û yatek şewitandine.
Di daxuyaniya nivîskî ya însiyatîfê de hate gotin, "AKP-MHP ku dijminê jinên Kurd e, wê herî zêde di nava agirê tolhildanê yê jinên Kurd de tune bibe."
Li gorî daxuyaniyê, 8'ê Adarê li Denîzliyê febrîqeyeke tekstîlê ya AKP'iyan, 7'ê Adarê li Karabaglar a Îzmîrê qadeke bazarê ya girtî, 5'ê Adarê li xaçerêya Şîfne ya Îzmîrê wesayiteke transît a bar a kesekî MHP'î û 5'ê Adarê jî li Antalyayê kepçeyek û yatek hatin şewitandin.