Îmamoglû bi ferqeke mezin bi ser ket

Ekrem Îmamoglû carek din bû Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê. Li gorî hilbijartina 31’ê Adarê ferqa dengan a di navbera Îmamoglû û Yildirim de 56 qat zêde bû.

Li gorî encamên ne fermî yên hilbijartina Stenbolê ku îro ji nû ve hate kirin, namzetê CHP’ê Ekrem Îmamoglû bi ser ket. Li gorî 99 ji sediyê sindoqên hatine vekirin Îmamoglû 777 hezar û 581 deng ferq avêt reqîbê xwe namzetê AKP’ê Bînalî Yildirim.

Li gorî encamên YSK’ê yên 31’ê Adarê ku deng ji nû ve hatibûn hejmartin ferqa di navbera Îmamoglû û Yildirim de 13 hezar û 729 deng bû.

Li gorî encamên ne fermî ku Îmamoglû bi ser ket rêjeya dengan 56 qat zêdetir kir.

Di hilbijartina Stenbolê de namzetê CHP’ê Ekrem Îmamoglû, namzetê AKP’ê Bînalî Yildirim, namzetê Partiya Saadetê Necdek Gokçinar, namzetê Partiya Watan Mûstafa Îlker Yucel û 17 namzetên xweser ji bo serokê şaredariya bajarê mezin a Stenbolê ketibûn hilbijartinê.