ÎHD ya Izmîrê: Li girtîgehan rûmeta mirovahiyê binpê dibe

Şûbeya Izmîrê ya ÎHD'ê binpêkirina mafan a li girtîgehan kire rapor. Diyar kir di 4 mehan de li dijî rûmeta mirovahiyê binpêkirin zêde bûne. ÎHD'ê her wiha got girtiyên ku testên wan pozîtîf derketine zêde bûne.

Şûbeya Izmîrê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) rapora 4 mehan a li girtîgehên bajêr kire rapor.

Di raporê de ya ku ji hêla rêveberê şûbeeyê Bariş ışik ve hatî xwendin, hate gotin di van 4 mehên dawî de li Girtîgehên Tîpa F'yê ya Buca Kiriklar, li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê ya bi Tîpa T'yê Nimro 1, 2, 3,4'an, Girtîgeha Girtî ya Zarokan a Izmirê, ya Odemîşê ya Tîpa T'yê û ya Menemenê Tîpa R'yê binpêkirina mafan zêde bûye.

Her wiha hate gotin li van girtîgehên navborî girtiyên ku testên wan ên Covîd-19'ê pozîtîf derketine zêde bûne, li van girtîgehan di çar mehên dawî de rêbazên zext û zordariyê û li dijî rûmeta mirovahiyê zêde bûne.

Di raporê de hate gotin di serlêdanan û giliyan de bêyî ku ti sînordarî were kirin divê demildest bigihe ber destê saziyên hewce, mekanîzmayên edlî û idarî divê têkilî serlêlan û giliyan lêpirsîneke çalak bike, rêveberiya girtîgehê derbarê şertên fizîkî û miemeleya ku tê kirin konroleke karîger a îdarî û darazî bike û mafê ku girtiyan ku bikaribin bi malbat û cîhanê re têkilî deynin neyê astengkirin.

Bi berdewamî Şûbeya ÎHD'ê ya Izmîrê xwest ku divê girtiyan bişînin deverên nêzî malbatên malbat û parêzerên wan, sînordarkirinên li ser rojname, kovar, rado, name, pirtûk û hwd. werin rakirin, astengiyên kêfî yên li ser hevdîtin, nivîsîn û parastina bi zimanê dayikê were rakirin, dema ku ser girtiyan tê sehkirin divê ev ne li dijî rûmeta mirovahiyê be, hate xwestin ku cezayên dîsiplînê ne li dijî mafê mirovaihyê bin, divê atmosfera êşkenceyê ya li ser girtiyan were rakirin û girtî bikaribin layiqî rûmeta mirovahiyê bijîn.

Di raporê de hate gotin divê heyetên netewî û navnetewî bi rehetî bikaribin girtîgehan kontrol bikin, hate xwestin k personelên tibî û doktor perwerdehiya Protokola Stenbolê bistînin, tecrîda li ser girtiyan were rkirin, astengiyên li ser aktivîteyên sosyal û çandî were rakirin.

Her her wiha hate gotin di pêvajoya pandemiyê de divê guh bidin pêşniyarên Rêxistina Tendiristiyê ya Cîhanî.