ÎHD’ê ji bo Roboskiyê daxwaza edaletê kir

Bi pêşengiya ÎHD’ê li Enqere û Stenbolê ji bo Komkujiya Roboskiyê banga edaletê hate kirin.

Hewldana Edaletê ya Ji bo Roboskiyê, di 92 mehên Komkujiya Roboskiyê de li pêşiya vahiya Şaxê Enqerê yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) daxuyanî da çapemeniyê.

Rêvebera ÎHD’ê Melîke Giray wiha got; “Li ser komkujiyê re 2 hezar û 798 roj derbas bûn. Lê heta niha edalet pêk nehatiye. Daxwaza edalet û darizandina kujeran ya malbat, derdorên bihestiyar û parêzvanên mafan nehate pêkanîn û di pêvajoya dewamkirî de gelek komkujiyên din pêk hatin.”

Giray di dewama axatina xwe de wiha got; “Heta ji bo Roboskî û gelek komkujiyên din edalet neyê wê edalet li neyê Tirkiyeyê. Divê em hemû ji bo tundî û şer ji holê rabe mafê xwe yê îtirazê bikarbînin. Her demê em ê têkoşîna xwe ya aştiyane ya ji bo edaletê bidomînin. Werin em dengê xwe bi hev re bilind bikin.”

STENBOL

Komîsyona Edalet û Heqîqetê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Şaxê Stenbolê bi sernavê “Ji bo Roboskî û hemû komkujiyan em edaletê dixwazin. Me ji bîr nekiriye, em nadin jibîrkirin” daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser pêvajoya darazê ya têkildarî komkujiyê û hate diyar kirin ku di derbarê malbatên ji bo edaletê têdikoşin de lêpirsin hatiye vekirin û wiha hate gotin; “Derbarê kesên beşdarî merasîma xizmên xwe bûyîn de lêpirsîn hate kirin, malbatên Roboskî ji ber hincetên pûç û vale hatin destgîrkirin û girtin. Em ê destûr nedin ku rastî were veşartin, kujer werin parastin. Roboskî li benda edaletê ye. Ji bo Roboskiyê edalet! Ji bo hemû komkujî û sûcên dij mirovahiyê edalet! Me ji bîr nekiriye, Em nadin jibîrkirin.”