ÎHD: Divê daxwazên gelê Dersimê bên bicihanîn

Şaxa ÎHD a Stenbolê di daxuyaniya têkildarî qetlîama Dersimê dayî de, daxwaza bicihanîna daxwazên gelê Dersimê kir.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê li ser salvegera 83’an a Qetlîama Dersimê daxuyaniyek parve kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku qetlîama Dersimê tevgereke ya qirkirinê, biryar jî ji aliyê Desteya Wezîran ve hatiye girtin.

Di daxuyaniyê de gotina Serokkomarê Tirk Erdogan a dema sala 2011’an serokwezîr bû ya ‘Eger li ser navê dewletê lêborîn bê xwestin û lîteratûrekî wiha hebe ez ê lêborîn bixwazim û dixwazim jî’ hate bibîr xistin, daxwaz hate kirin ku ji bo vê gav bên avêtin.

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji bo rastiya qirkirina Dersimê derkeve holê avakirina komîsyona heqîqetê ya ku bi salan e gelê Dersimê daxwaz dike, divê bê bicihanîn; dawî li êrîşên li ser ziman, bawerî, çand û nirxên gelê Dersimê bê anîn.