Îdîaya ku ‘Qeymeqam beşdarî Operasyonê’ bûye

Hat îdîakirin ku di serdegirtina li ser Taxa Yahya ya Qereyazî de ku Ahmet Goksu bi êşkencakirinê ve hate binçavkirin Qeyemeqamê Depê jî başdar kiriye.

Heyet ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), çûn serdana Taxa Yahya ya navçeya Qereyazî ya Erziromê a ku 8’ê Îlonê bi beşdariya hezar polîs û leşkeran ligel wesayîtên zirxî di ser malan de girtibûn. Heyeta ku di nav de Parlemeterê HDP yê Agiriyê Bedran Ozturk, parlemetera HDP’ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat û Endama PM ya HDP’ê Semra Demîr û rêveberên HDP’ê ya Agirî û Erziromê cihê xwe digirin, li mala Mehemt Goksû yê bavê Ahmet Goksû ê ku 4 saetan di bin çavnan de êşkence lê hate kirin, lêkolîn kirin.

Heyeta ku piştre gundê ji 40 malan pêk dihat lêkolîn kir, diyar kirin ku deriyê gelek malan hatine şikandin û di dema derdegirtinê de gelek mal hatine tevlîhevkirin. Tiştên ku li serê gundiyan hatî ji gundiyan guhdar kirin.

 ‘ÇENTEYÊN NE AÎDÎ ME AVÊTIN HUNDIRÊ MALAN’

Mehemt Goksû yê 77 salî ku li gel heyetê hevdîtin pêk anî, îdîa kir ku Qeymeqamê Depê Hûhsîn Dûran jî di nav de 5 burokratên di asta jor de jî beşdarî operasyonê bûne. Goksû diyar kir ku burokrat bi wesayîtên sivîl hatin û got: “Hatibûn ku malan bişewitînin û hilweşînin. 4 saetan kurê min êşkence kir.Qeymeqam û burokrat çûn ser banê mala me. Dema ku dîtin li ser ban tiştek nîne, nehilweşandin. Dema li ser ban tiştek hebûna wê mal hilweşandiban. Di nava malan de tiştek nehate dîtin. Hatin ba min û gotin; ‘Me ji nava mala kurê te tişt dîtine. Di çente de cotek pêlav hebûn. Kelûpelên asayî hebûn.’ Çenteyek ne aîdî me j ime pirs kirin. Min jî got; ‘Hûn direwan dikin. We ew çente avête mala kurê min. Tiştên nava çente, tiştek ne yê me ye.’

‘EM Ê ŞOPDARÊ WÊ BIN’

Irgat a di nava heyetê de cih digire jî diyar kir ku weke HDP’ê wê şopdarbin û got: “Tişta ji destê me bê em ê bikin. Tişta li vir hate kirin peyameke ku dide gelê Kurd. Em ê li dijî hemû bêmafî û bêhiqûqiyê rawestin. Bê xwedî nahêlin.”

 ‘EV TAKTÎKEKE YA HELANDINÊ YE’

Parlemeterê HDP’ê yê Agiriyê Bedran Ozturk jî bal kişand ser îdîaya beşdarbûna Qemeqamê Depê ya operasyonê û got: “Ji ber êşkenceya li Ahmet Goksû hate kirin destpêkê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qereyaziyê. Dixtorê ku Goksû derman dikir, diyar kir ku divê ji bo dermankirinê bê sewqkirina Nexweşxaneya Dewletê ya Erziromê. Dixtor got; ‘Ji ber êşkenceya giran dibe ku di hundir de xwîn herikîbe.’ Piştre jî sewqî Erziromê kirine. Dixtorê li wir gotiye; ‘Tiştek nîne’. Ev der cihên ku ku deng dane HDP’ê. Li dijî vî gelî polîtîkayên helandin, tirs bi armanca alî guhertinê didin destpêkiri.