Îdîanameya têkildarî 8 rojnamevanan hatibû amadekirin hate erêkirin

Dadgeha Cezayê Giran a 34’an a Stenbolê, îdîanameya têkildarî 8 rojnamevanên ku 6 ji wan girtî ya bi îdîaya ‘Muxalefetiya li dijî qanûna MÎT’ê’ û ‘Kifşkirina agahî û belgeyên veşartî’ erê kir.

Di derbarê 6 rojnamevanên ku ji ber nûçeyên xwe yên derbarê leşkerên li Lîbyayê jiyana xwe ji dest dan de hatin girtin îdîaname hat amadekirin.

Dozger bi hinceta "Muxalefeta li dijî Qanûna MÎT'ê" û "Belgeyên veşarî eşkere kirine" îdîaname amade kir û pêşkêşî 34'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê kir.

Heyeta dadgehê îdîaname qebûl kir.

Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Yenî Yaşamê ferhat Çelîk, Midûrê Karên Nivîsan ê Yenî Yaşamê Aydin Keser, Midûrê Nûçeyan ê Odatv'yê Bariş Terkoglû, Gerînendeyê Weşana Giştî ya Odatv'yê Bariş Pehlîvanoglû, nûçegihana Odatv'yê Hulya Kilin û nivîskarê Rojnameya enîçagê Mûrat Agriel di 9'ê Adarê de hatibûn girtin.

2'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê, di derbarê 6 rojnamevanan de biryarek skandal dabû. Dadgehê di derbarê 6 rojnaemgeran de bêyî parêzerên wan tevlî lêkolîna dosyayê ya navberê bibin, biryara berdewama girtinê dabû.