Êzidî nexşerêya xweseriya Şengalê bi çalakiyan pîroz dikin

Civaka Êzidî ya li Ewropayê, ragihandina nexşerêya xweseriya Şengalê bi çalakiyan pîroz dike. NAV-YÊK û MŞD'ê, ji bo van pîrozbahiyan banga tevlîbûnê li gelê Kurd, bi taybetî li civaka Êzidî kirin.

Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiyan (NAV-YÊK) û Meclîsa Şengalê ya li Dîasporayê (MŞD) daxuyaniyeke hevpar weşandin û ragihandin nexşwerêya xweseriya Şengalê li tevahiya gelê herêmê, civaka Êzidî û mirovahiyê pîroz kirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku wê nexşerêya xweseriya Şengalê li gelek bajaran bi çalakiyan were pîrozkirin û bang li gelê Kurd, bi taybetî civaka Êzidî hate kirin ku beşdarî van pîrozbahiyan bibin.

BERNAMEYA ÇALAKIYAN

Di dewama daxuyaniyê de li ser bernameya çalakiyan ev agahî hatin dayin:

Şahiya Hevgirtina Ciwanên Êzîdî (HCÊ) li Hannoverê:
Daxuyanî, Muzîk, Govend, Folklor
Dem: 26.08.2017
Saet: 14:00
Cih: Hauptbahnhof Hannover, li pêşiya Sparda-Bank

Şahiya Hevgirtina Ciwanên Êzîdî (HCÊ) li Bîelefeldê:
Dem: 27.08.2017
Saet: 16:00
Cih: Teutoburger Str. 106, 33607 Bîelefeld

Şahiya ragihandina projeya xweseriya Şengalê: MŞD
Dem: 27.08.2017
Saet : 13:00
Cih: Mala Gel, Friedrichstr 48, 77933 Lahr