‘Êşkence li girtiyên nexweş tê kirin’

Li Stenbol û Edeneyê parêzvanên mafên mirovan ji bo girtiyên nexweş hatin ba hev. Di çalakiyan de hate diyarkirin ku mafê tedawîbûnê yê girtiyan tê astengkirin.

Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê xwest di hefteya 347’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li Qada Galatasaraê li dar bixe û balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş lê polîsan çalakî dîsa asteng kir. Li ser vê yekê çalakî li ber avahiya ÎHD’ê li dar xistin. Pankarta bi zimanê tirkî û îngîlîzî ya bi nivîsa “Girtiyên nexweş berdin” li şibakeya avahiya komeleyê hat daliqandin.

Komîsyonê di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Hayatî Kaytan. Endama ÎHD’ê Emîne Kuçukbumîn diyar kir ku dewlet her kesê muxalîf bi îddîanameyên çêkirî di nav betona tîpên F de vedişêre û girtîgehên tîpê F hatine halê tunekirina kesan.

Kuçukbumîn têkildarî rewşa Kaytan got ku: “Kaytan 15 sal e di hepsê de ye. Destê wî yê rastê asteng e. Ji ber cemidandina xwîne hemû tiliyên her du piyên wî hatine jêkirin. Di aliyê frontal a aliyê çepê ya mêjiyê wî de kîtle hatiye tespîtkirin. Di sala 2009’an de tê emeliyatkirin û ji mêjiyê wî ûr digirin. Sewqa nexweşxaneyan lê vediguhere îşkenceyê û di vê demê de fitiqa piştê lê peyda dibe. Her çiqas parêzerê wî serî li Saziya Tiba Edlî dide û dixwaze ku ji ber rewşa nexweşîna wî cezayê wî bê taloqkirin jî lê bê bersiv dimîne. Kaytan hêj li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin û di hucreya 3 kesî de ye. Girtiyên din li Kaytan dinêrin. ”

Kuçukbumîn di serî de ji Wezareta Dadê û ji hemû rayedaran xwest dawî li muamelya kêfî bînin û got îşkencekirina Kaytan û hemû girtiyan nayê qebûlkirin. Kuçukbumîn xwest Kaytan û hemû girtî demildest bên berdan.

EDENE

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê li Parka Îsmet Înonu ya Edeneyê bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş daxuyanî da çapemeniyê. Parazvanên mafên mirovan di çalakiyê de bal kişand ser girtiyê nexweş Akar Îkbal ê li Girtigeha Tîpa T a Osaniyeyê de. Di çalakiyê de parlamenterên HDP'ê Remziye Tosûn, Tulay Hatimogullari û Kemal Pekoz amade bûn. Komê di çalakiyê de pankarta “Bila girtiyê nexweş Akar Îkbal bê dermankirin" vekirin û dowîzên "Dermankirin heq e, nayê astengkirin", "Em li girtîgehan mirinan naxwazin" û "Girtiyê nexweş ne bi tenê ne" berz kirin. Endamê ÎHD'ê ya Edeneyê Nejat Okay, bal kişand ser binpêkirina mafan û girtiyên nexweş. Okay, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Îkbal ê li Osmaniyê û wiha got: "Îkbal 2 sal berê li Nisêbînê di qedexeya kolanan de bi perçeyê şerepnalê birîndar bû û piştre hat girtin. Pêwîst e bê emeliyatkirin. Lê piştî hat girtin, ji ber ku nehat emeliyatkirin milê wî seqet maye. Li gorî gotinê wî dema birine nexweşxaneyê jî di beşa hucreyê de girtine û beyî wî derman bikin dîsa paşve vegerandine. Her dem rastî neheqiyan maye û tenê bi hebê êşbirê eşa wî sekinandine. Dema derman kirine jî pêre nîqaş kirine û heqaret lê kirine. Em dixwazin Îkbal demek beriya demekê bê dermankirin. Ger ku tiştek pê bê berpirsiyarî ya dewletê ye.”

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn jî bal kişand ser Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye û got: “Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye. Heta ku tecrîd bi dawî bibe têkoşîna me jî wê bidome."