Êşkence li girtiyên li Kayserî Bunyan tê kirin
Bayram Sevgîn ê li Girtîgeha Kayserî Bunyan tê ragirtin, ragihand ku li gel 4 hevalên xwe êşkence lê hatine kirin.
Bayram Sevgîn ê li Girtîgeha Kayserî Bunyan tê ragirtin, ragihand ku li gel 4 hevalên xwe êşkence lê hatine kirin.
Bayram Sevgîn (28) ê 5 sal in li Girtîgeha Kayserî ya Bunyan tê ragirtin di hevdîtina heftane ya bi rêya telefonê ya li gel malbatê kiriye, ragihand ku li gel 4 hevalên xwe ji aliyê gardiyanan ve êşkence li wan hatiye kirin.
Dayika Bayram Sevgîn Ayşe Sevîn a li navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê anî ziman ku kurê wê û 4 hevalên kurê wê ji aliyê gardinan ve êşkence lê hatine kirin.
Dayika Sevgîn got: “Min sê pêlav ji bo kurê xwe şandin, her sê jî çirandin û dan. Kurê min neheqiyê qebûl nake. Gardiyan tim davêjin ser qawîşan û êşkenceyê li zarokanên me dike.”
Xwişk Emîne Sevgîn jî got: “Avêtine hucreyê, êşekence li wan dikin. Dema herî dawî li me geriyabû, li gel 4 hevalên xwe yên girtiyên siyasî avêtine hucreyê û li wan dane. Birayê min ji ber êşkenceyê ji lingê xwe seqet bûye nikare bi rê ve biçe. Ji xwe ji ber êşkenceyê dema daxivî, dengê wî pir kêm dihat.
Xwişk Sevgîn anî ziman ku tiştek bi serê birayê wê bê, berpirs rêveberiya girtîgehê ye.
Sevgîn ê 25’ê Sibata 2020’ê ku ji ber êşkenceyê dest bi rojiya mirinê kiribû, piştî 2 mehan û şûnde li ser soza ku wê daxwaz werin bicihanîn, dawî li çalakiya xwe anîbû.