Êrîşî çalakiya ‘Em karê xwe dixwazin’ kirin: 4 kes hatin binçavkirin
Di saetên şevê yên çalakiya ‘Em karê xwe dixwazin’ de polîsan bi guleyên pilastîk û gazê êrîşî çalakgeran kiri, 4 kes binçavkirin.
Di saetên şevê yên çalakiya ‘Em karê xwe dixwazin’ de polîsan bi guleyên pilastîk û gazê êrîşî çalakgeran kiri, 4 kes binçavkirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça yên ku bêy destûra wan birin Nexweşxaneya Kampusa Girtîgeha Sîncan di roja 147’an de ye. Kekdarên Cemaweriyê yên ku ji bo piştgirî bidin Gulmen û Ozakça û vegerin ser karên xwe çalakiya xwe ya ‘Em karê xwe dixwazin’ ku li ser Rêya Yukselê didomînin, roja 964’an di saetên şevê de dewam kirin. Polîsan êrîşî çalakgerên ku ji bol i pêşiya Peykerên Mafê Mirovan a li ser Rêya Yukselê bidin li Kolana Konûr kom bûn, kirin. Çalakgerên li ber mertalên polîsan pankarat “Bila Nazîfe Onay bê berdan”, “Çalakiya Nûriye û Semîh a greva birçîbûnê di roja 174’an de ye”, “Nûriye û Semîh bila bên berdan” vekirin, dirûşma “ Nûriye û Semîh bila bên berdan” qîr kirin.
‘EM NÛRIYE Û SEMÎH NAKIN QÛRBANÊ DESTHILATÊ’
Di çalakiya li Yukselê Acûn Karadag bi gotina “Cejna Qûrbanê nêzîk dibe. Em Nûriye û Semîh nakin qûrbanê desthilatê” nerazîbûn nîşan da. Polîsên ku pankarata çalakgerna çirandin, çalakger ber bi Rêya Meşrûtiyetê ve def dan. Çalakgerên ku li ser mudaxeleya polîsan li ber xwe dan, polîsan bi gaz û guleyên pilastîk êrîş kirin.
Polîsan Ertûgrûl Çagan, Îlker Işik, Sûltan Aydogan û kesekî navê wî nehate zanîn bi derbkirinê binçavkirin.