Êrîşên li ser Rojava li Cinêvê hatin protestokirin
Li bajarê Cinêv ê Swîsre, êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrîn û Rojava bi çalakiyekê hate protestokirin.
Li bajarê Cinêv ê Swîsre, êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrîn û Rojava bi çalakiyekê hate protestokirin.
Kurdistaniyên li ser banga PYD’ê li pêşiya Neteweyên Yekbûyî kom bûn, êrîşên dewleta Tirk a li ser Kantonên Rojava bi mîtîngekê şermezar kirin. Di axaftinên li ser navê NCDK û PYD’ê hate kirin de, bal hate kişandin ku bi êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê re wê li Rojhilata Navîn rê li ber kaosan veke. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rizgarkirina gelê Kurd bi parastina Rêbertî û destkeftiyên Rojava re derbas dibe. Di çalakiya alên PYD’ê û YPJ’ê hate hildan de, piştî axaftinan û şûnde bi dirûşman ve bi dawî bû.