Êrîşên dewleta Tirk tên protestokirin
Piştî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kobanê û şûnde, li gelek bajarên Elmanya û Swîsre Kurdistanî û dostên wan herikîn qadan û dagirkerî proetesto kirin.
Piştî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kobanê û şûnde, li gelek bajarên Elmanya û Swîsre Kurdistanî û dostên wan herikîn qadan û dagirkerî proetesto kirin.
Li bajarê Hannover ê paytexta Eyaleta Nîederssachsen a Elmanyayê ji bo Rovava bê navber çalakî didomin. Di pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hannoverê mîtîngek hate kirin û gelek kes tevlî bûn.
Di mîtîngê de belavok hate xwendin û li ser navê NCKD a Hannoverê Latîfe Karakaş axivî û diyar kir ku piştî lûtkeya çar alî ya li Stenbolê û şûnde êrîşî Kobanê hate kirin. Karakaş got: “Ev êrîş di heman demê de tê wateya êrîşa li dijî hêzên koalîsyonê ya li dijî DAÎŞ’ê jî.
Mîtîng bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Elmanya destê xwe ji Kurdistanê dûr bike” ve bi dawî bû.
MUNSTER
Li bajarê Munîser ên Elmanyayê jî çalakiya ku li Haûptbahnhofê hate kirin bi sedan Kurdistanî tevlî bûn û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kobanê bi dirûşman protestokirin.
DUSSELDORF
Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Girê Spî û Kobanê bi girseyî hate protestokirin. Endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dusseldorfê, Însyatîfa Jinê ya Nalîn Mûş a Dusseldorfê, Komîna Jinê ya Tîjda Ekecîk a Grovenbroîch, Komînên Jinê ya Neûss » Krefeldê tevlî çalakiyê bûn.
Li ser banga KCDK-E çalakî li pêşiya Stasyona Trenê ya li Navenda Dusseldorfê saet 18:00’an hate kirin û di çalakiyê de pankartên “Em rê nadin faşîzma AKP û DAÎŞ’ê”, “Alîkariyên ji bo Tirkiyeyê tên kirin tavilê rawestînin” û “Li dijî faşîzmê mil bi mil” hatin vekirin.
Dîsa dirûşmên “Merkel fînase dike, Erodgan bombe dike” û “Tirkiye ji Kurdistanê bi cehenime” hatin qîrkirin. Çalakî heta saet 19:00 bi belavkirina belavokan ve bi dawî bû.
DARMSTADT
Yek ji bajarên din ên çalakiyên protestoyê lê hate kirin bajarê Darmstadt bû. Saet 18:00’an li Lûîsenplatzê çalakî hate kirin û di çalakiyê de dirûşmên piştgiriya bi Rojava re hatin qîrkirin.
MANNHEÎM
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê jî êrîşên dewleta Tirk ên li Ser Kobanê bi çalakiyeke bêîtîhatiya sivîl hate protestokirin. Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Mannheîm û Meclîsa Jinê ya Berîvan û Ranahî saet 19:00’an li pêşiya HBF’ê bi tevlîbûna Kurdistanî û dostên wan êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin.
Di axaftinên bi Elmanî û Kurdî hatin kirin de hate gotin heta êrîş hebin wê li qadan di nava çalakiyê de bin.
SAARBRUCKEN
Kurdistaniyên li bajarê Saacbrûcken ê Elmanyayê jî hatin ba hev êrîşên dewleta Tirk a li Kobanê protestokirin. Çalakî li pêşiya Eûropagaleriyê bi tevlîbûna gelek Kurdistaniyan hate kirin.
Hevserokê NCKD Dexîl Ibrahîm axivî û biryara şer a lûtkeya çar alî şermezar kir û bal kişand ser rola Elmanya ya di şer de û got: “Ev êrîşa li dijî modela xwser a demokratîk a Kurdan ya ku yekane hêza herî bi bandor a li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer dike û ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye çiraya hêviyê, gelê me ti car bêdeng namîne.
Çalakî bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Kobanê” û “Bijî Serok Apo” ve bi dawî bû.
BASEL
Li bajarê Basel ê Swîsreyê jî êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin. Çalakiya bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Basel hate kirin gelek Kurdistanî û dostên wan amade bûn. Girseya li pêşiya gara trenê ya Basel (Bahnhof) hatin ba hev, dirûşmên li dijî Tirkiye û Erdogan qîr kirin.
Di çalakiyê de li gel hildana posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alên YPG/YPJ’ê jî hatin hildan. Çalakî bi axaftinên koma Tirkiyeyî û dostên Swîsreyî ya bi zimanê Elmanî û şûnde bi dawî bû.
DEN HAAG
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê jî êrîşên dagirker ên li ser Rojava hatin protestokirin.
Kurdistanî û dostên wan ên saet 18:00’an li pêşiya stasyona Central hatin ba hev, bi axaftinên kirî êrîş protestokirin. Çalakî bi qîrkirna dirûşman ve bi dawî bûn.
LAVRÎO
Li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê jî, êrîşên dewleta Tirk bi tevlîbûna sedan kesî bi meşekê hate protestokirin. Di meşê de bê navber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Kobanê’ û ‘Şehîd Namirin’ hatin qîrkirin.
Piştî ku li Qada Lavrîo bi deqeyek rêzgirtinê sirûda ‘Çerxa Şoreş’ hate xwendin û şûnde, axaftin hatin kirin û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê hatin şermezarkirin.
Çalakî bi dirûşman ve bi dawî bû.