Êrîşên dewleta Tirk li Cenevre, Bern û Drancy hatin şermezarkirin
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kobanê û Girê Spî, li bajarên Bern û Cenevreyê yên Swîsreyê û li bajarê Drancy ê Fransayê hatin şermezarkirin.
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kobanê û Girê Spî, li bajarên Bern û Cenevreyê yên Swîsreyê û li bajarê Drancy ê Fransayê hatin şermezarkirin.
Kurdistaniyên li bajarên Cenevre û Bernê yên Swîsreyê daketin qadan, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kobanê û Girê Spî şermezar kirin.
CENEVRE
Kurdistanî li ber avahiya Navenda Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li he civiyan û heta Plaînplaîsê meşiyan. Di meşê de pankartên bi nivîsa "Tirkiye Kurdan dikuje, Neteweyên Yekbûyî jî bêdeng dimîne", "Terorîst Erdogan" hatin hildan û li dijî dewleta Tirk dirûşm hatin qîrîn.
Piştî meşê bi Kurdî û Fransî daxuyaniyek hate dayin û işaret bi êrîşên dewleta Tirk hate kirin. Di daxuyaniyê de nerazîbûn li hêzên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî hate nîşandan û hate gotin, "Kurdên ku li dijî DAÎŞ'ê şer dikin, niha bûne hedefa êrîşan, lê cîhan bêdeng e." Bang li Kurdistaniyên li Ewropayê hate kirin ku di vê demê de li qadan bin û hate gotin, êrîşên dewleta Tirk bi ruhê berxwedanê dikarin werin şikandin.
BERN
Kurdistaniyên li ber gara navendî ya Bernê li hev civiyan, alên PKK, YPG, YPJ û posterên Ocalan hildan. Di çalakiyê de dirûşmên "Terorîst Erdogan", "Artêşa Tirk a dagirker ji Kobanê bicehime" hatin qîrîn. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser êrîşên dewleta Tirk û ji raya giştî ya navneteweyî hate xwestin ku bêdeng nemîne.
DRANCY
Li bajarê Drancy ê Fransayê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kobanê û Girê Spî meşek protestoyî organîze kir.
Di meşê de pankarta bi nivîsa "Dewleta Tirk a faşîst ji Kurdistanê bicehime" hate vekirin û dirûşmên "Kobanê wê bibe goristana faşîzmê" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn. Bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger aktîvîstek axivî û got, heta ku êrîşên li ser Kobanê biqedin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe, wê ciwanên Kurd li qadan bin.
Ciwan piştre ber bi avahiya Şaredariya Drancy ve meşiyan û bi qîrîna dirûşman çalakiya xwe qedandin.