Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Helsînkiyê hatin şermezarkirin
Komek ji Kurdistaniyan, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê, li Helsînkiyê şermezar kirin.
Komek ji Kurdistaniyan, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê, li Helsînkiyê şermezar kirin.
Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê, komek ji Kurdistaniyên li Fînlandiyayê roja Yekşemê li paytext Helsînkiyê li hev kom bûn.
Kurdistanî li gorî pîvana mesafeya civakî ya li dijî vîrûsa koronayê çalakiya xwe li dar xistin.
Di çalakiyê de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk pankart hatin hildan.
Çalakgeran her wiha alên Tevgera Jinên Azad jî hildan û bêdengiya li pêşberî êrişên dagirkeriyê şermezar kirin.