'Êrîşeke nû berdewama neçareseriyê ye’

Rojnamevan-nivîskar Yûsûf Karadaş, anî ziman ku êrîşeke muhtemel a dagirkeriya Tirk wê were wateya gurkirina şerê 40 salî û her wiha berdewamkirina neçareseriyê ye.”

Rojnamevan-nivîskar Yûsûf Karadaş, da xuyakirin ku Tirkiye wê bi deriyê ku DYE’yê jê re vekiriye bikeve Başûrê Kurdistanê û destnîşan kir ku hikûmeta Iraqê heta astekê bi Tirkiyeyê re li hev kiriye. Karadaş got, "Lê belê pirsgirêk navxweyî ye, çareseriya wê jî bi rêbazên demokratîk pêkan e.” 

Nivîskarê rojnameya Evrenselê Yûsûf Karadaş li ser êrîşa nû ya muhtemel û hewldana destek girtina dewleta Tirk ji ajansa me ANF’ê re axivî.

Yûsûf Karadaş, da zanîn ku dewleta Tirk ji sala 2019’an gelek operasyon pêk anîne û wiha got, “Operasyonên bi navê Mifte-Pence û dagirkirina hin herêman, mîna li Rojava, bi destwerdaneke ji bo sînorkirina hebûna Kurdan a li ser sînor ve girêdayî ye. Li aliyê din hêviya Tirkiyeyê a li herêmê belavbûn, ango li Iraqê bi Îranê re ketina reqebetê. Niha jî têkoşîna ji bo "rêya pêşketinê", yanî rêyên nû yên bazirganî û enerjiyê hene, ku di dema dawî de bûye mijara nîqaşê. Ev hemû parçeyekî vê tabloyê ne.”

Karadaş, anî ziman ku ev ne cara yekem e ku Tirkiye bi van hêviyan van operasyonan pêk tîne û got, “Ev demek e bi vî awayî berdewam dike. Mijara yekem ji pişt ve DYE’ê li hemberî van hewldanan, erê kiriye. Ya duyem û wek berdewamiya vê yekê jî, hikûmeta Iraqê li ser însiyatîfên Tirkiyê yên di vê mijarê de di nava lihevkirinekê de ye. Yanî lêgerîna lihevkirinê ya di navbera wan de di rojevê de ye, naxwe hêviyên Tirkiyeyê, destwerdan û operasyonên di vî warî de ne nû ne. Motîvasyona bingehîn a xweser an jî nûbûna operasyona, bi hêviyê ku Tirkiyê karibe bi hikûmeta Iraqê re hevkariyê bike û bi vî awayî PKK’ê ji herêmê derxîne tê pêşxistin.”

Karadaş, diyar kir ku desthilatdariya Erdogan ev demeke dirêj e ne tenê ji bo Iraqê, ji bo Sûriye û Lîbyayê jî hewl dide bibe hêzeke herêmî û wiha domand, “Li cîhanê bi taybetî di hevsengiyên nû yên navbera hêzên emperyalîst de, ku di encama şerê Ûkraynayê de derketine holê, hewl dide li herêmê hê aktîftir bi berfirehkirina qadên bazarganî û serweriyê yên bûrjûvaya Tirk cih bigire.”

Karadaş, destnîşan kir ku PKK’ê ne çavkaniya pirsgirêkê ye û wiha axivî, “PKK’ê hêzeke leşkerî ye, lê belê dema em lê dinêrin, em wêneyekî bi mîlyonan mirovî dibînin ku li dora daxwazên xwe yên neteweyî, demokratîk bûne yek û têkoşîna azadiyê dimeşînin. Mûxatabê sereke yê pirsgirêkê gelê Kurd e. Gel li dora daxwazên neteweyî bi rêxistin kiriye û wan tîne ziman. Sedsal derbas bû, lê ne pêkan e ku daxwazên neteweyî yên gelê Kurd ji holê bên rakirin. Heta ku ji bo çareseriya demokratîk, aştiyane ya vê pirsgirêkê gav neyên avêtin, wê ev pirsgirêk wisa dewam bike. Di vir de ya sereke ew e ku em çavkaniya vê rast tespît bikin, daxwazên demokratîk ên neteweya Kurd bi cih bînin û rê li ber aştiyê vekin ku ev yek wê bibe bingeha çareseriya demokratîk.”