Êrîşa li cenaze hate kirin, ji berê ve hatibû organîzekirin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Besîme Konca, nerazîbûn nîşanî êrîşa nîjadperestî ya li cenazeyê Hatûn Tûglûk hate kirin dan û gotin, ev êrîş ji berê ve hatiye plankirin.

Cenazeyê dayika Alîkara Hevserokên HDP'ê Aysel Tûglûk Hatûn Tûglûk a 78 salî, dema dihate veşartin bû hedefa êrîşa komeke nîjadperest. Nîjadperest bi kevir û tekbîran ketin goristanê û nehiştin cenaze bê veşartin. Ji ber vê yekê cenazeyê Hatûn Tûglûk ji gorê hate derxistin. Malbatê û HDP'yiyan xwestin cenaze bibin Mala Cem a Batikentê. Lê belê li pêşiya goristanê polîsên Tirk wesayita cenaze tê de bû sekinandin. Piştî ku demekê hate sekinandin, gel cenaze gihand Mala Cem.

'EM Ê LI DERSIMÊ VEŞÊRIN'

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay nerazîbûn nîşanî vê êrîşa li goristanê da û got, "Êşa me gelekî giran e. Bila rehma Xwedê li dayika Hatûn be. Bila serê gelê me sax be." Kemalbay anî ziman, ku beriya veşartina cenaze, dema ew çûn goristanê kesek hatiye cem wan û ji wan re gotiye "Hûn nikarin li vir veşêrin." Kemalbay wiha dewam kir: "Destpêkê komeke biçûk bû. Polîsan dikarîbûn dest li wan werdin. Lê belê li bendê man ku bibe şev û kom zêde bibe. Me rewşeke welê nedît ku cenazeyê xwe veşêrin û ji goristanê derkevin. Li wê derê ti ewlekarî tine bû. Di her kêliyê de dikarîbûn êrîşî goristanê bikira. Ji ber vê yekê me cenazeyê xwe dexist. Em ê li Dersimê veşêrin."

Serpîl Kemalbay destnîşan kir, ku êrîş êrîşeke nîjadperestî ye, ew ê vê yekê qebûl nekin û got, "Zimanê tund ê şoven ku li Tirkiyeyê tê bikaranîn, bingehê ji van re amade dike. Aysel Tûglûk bi rengekî neheq hatiye girtin. Çavê dayika Hatûn li hatina wê bû. Ji ber polîtîkayên hikumetê yên dema dawî, drameke însanî rû daye. Em zanin ku wê mirovahî teqez bi ser bikeve. Em van kiryaran protesto dikin û bi tundî şermezar dikin. Ji bo jiyaneke ku gel bi rengekî aştiyane bi hev re bijîn, em ê tevî hemû dostên xwe têbikoşin."

'BI ZANEBÛN HATE KIRIN'

Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê û Parlamentera Sêrtê Besîme Konca jî anî ziman ku êrîşa hate kirin gelekî giran e û got, "Ev rastiyeke trajîk e. Rastiyeke ku diviyabû di dîroka Tirkiyeyê de neqewimiya. Em neçar man ku dayika xwe Hatûn a 78 salî ji gorê derxînin. Li hemberî me, provokasyoneke hatiye organîzekirin heye." Konca diyar kir, ku ji bo tevlîbûna Aysel Tûglûk li merasîma cenaze, wan gelekî zû serlêdan kirin, lê belê rayedaran her carê gotin 'wê di demeke nêz de bê', lê danê êvarê hatiye anîn.

'EV ÊRÎŞ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ HATIYE KIRIN'

Besîme Konca diyar kir, ku yên destpêkê êrîş kirin 2-3 kes bûn, lê belê polîsan tedbîr negirtin û destnîşan kir, ku ev yek bi zanebûn hatiye kirin. Konca got, "Li Tirkiyeyê êrîşeke barbarî li dijî cenazeyekî hate kirin. Bi gotina, 'Eger hûn ji vir dernexînin, em ê vî cenazeyî ji vir derxînin. Cihê Ermeniyan li vir nîne' êrîşeke nîjadperestî kirin. Me hewl da bi xweragirî vê pirsgirêkê çareser bikin. Wesiyeta dayika Hatûn bû. Goristan ji şaneşîna mala wê dihate dîtin, lewma dixwest lê bê veşartin. Malbatê jî ji bo bicihanîna wesiyata wê, ew der hilbijart. Divê civaka Tirkiyeyê vê êrîşê ti carî qebûl neke. Ev êrîş li dijî mirovahiyê hatiye kirin. Li dijî hemû baweriyan hatiye kirin."

Di vê navberê de, li gorî daxuyaniya HDP'ê cenazeyê Hatûn Tûglûk wê îro saet di 13:00 de li Dersimê bê veşartin.